Almanya - Jinekê bi kêrê êrişî xelkê kir: 5 kes birîndar in!

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Siegenê yê eyaleta Nordrhein-Westfalena Almanyayê jinekê bi kêrê êrişî xelkê kir, 5 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan jina ku êriş kiriye 32 salî ye û bûyer di otobusekê de qewimiye.

Polîsên Almanyayê ji medyayê re ragihand ku birînên 3 ji birîndaran xedar e.

Hat diyarkirin ku herî kêm 40 rêwiyên otobusê hebûne û diçûye festîvaleke li Siegenê.

Polîsan destnîşan kir ku li gorî nirxandina wan a destpêkê êriş ne terorîstî ye.

Li gorî malpera Siegener Zeitungê jî nîşaneyên taybet hene ku êrişkar di bin bandora alkolê an madeyên hişbir de bûye.

Jina 32 salî hatiye desteserkirin û polîsan diyar kir ku li cihê bûyerê ti metirsî nemane.

Hat ragihandin ku saziyên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolînê dikin.

Li Almanyayê îsal du êrişên bi kêran ji aliyê koçberan ve hatin kirin.

Yek jê 23ê Tebaxê bû ku li Sollingenê 3 kes hatibûn kuştin û 8 jî birîndar bûbûn.

Polîsan diyar kiribû ku koçberekî Sûriyeyî li xwe mukir hatiye.

Êrişa din 31ê Gulanê li Mannheimê pêk hatibû ku polîsek ji aliyê penaberekî Efxanistanî ve hatibû kuştin.