Almanya: Dadgehekê li ser penaberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê biryarek da

Dusseldorf (Rûdaw) - Dadgeheke bilind a Almanyayê ragihand ku koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê êdî ji ber ne aramiya welatê xwe nikarin mafê mayîn û parastinê wergirin.

Dadgeha Bilind a Îdarî ya Almanyayê li ser welatiyekî Sûriyeyî yê ku ji ber aloziyên li Sûriyeyê daxwaza mayîn û parastinê kiribû biryar da.

Tevî ku biryar vê hefteyê hat ragihandin jî, berî 6 hefteyan hatiye dayîn.

Li Almanyayê mafê mayîn û parastinê ji bo kesên ku serlêdanên wan ên penaberiyê tên redkirin tê dayîn.

Di wê demê de mafê wî kesê Sûriyeyî hebûye ku îtirazê bike lê wî nekiriye û biryara dawî hatiye dayîn.

Dadgeha ku li Munsterê ye destnîşan kir, her çend hîn şer û pevçûn li hin deverên Sûriyeyê hebin jî pêwîst nake Sûriyeyî ji tirsa tundûtûjiya li dijî sivîlan ji welatê xwe derkevin.