Balafireke F-16 a Ukraynayê ket

Duh li 10:00
RÛDAW
Nîşan Balafirên Şer F-16 Volodimir Zelenskiy NATO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafireke F-16 a ku NATOyê dabû Ukraynayê di êrişeke asmanî ya Rûsyayê de ket xwarê.

NATOyê destpêka meha tebaxê balafirên F-16 dabûn Ukraynayê.

Yek ji balafirên F-16 ên Ukraynayê roja duşemê di êrişa asmanî ya Rûsyayê de hatiye xistin.

Li gorî BBCyê ev êrişa asmanî ya Rûsyayê yek ji wan êrişên herî mezin ên asmanî bûye û di wê êrişê de 11 kesan canê xwe ji dest daye.

Her wiha jêrxana bajarên Ukraynayê jî ji ber êrişan wêran bûye.

Artêşa Ukraynayê li ser ketina balafira xwe ya F-16 daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku pîlotê balafirê Oleksiy Mes jiyana xwe ji dest daye.

Di destpêka vê mehê de Danîmarka û Holendayê hinek balafirên F16 dabûn Ukraynayê.

Artêşa Ukraynayê sedema ketina balafira xwe eşkere nekiriye.

Li gorî berpirsên Ukraynayê, balafir ne ji ber êrişa Rûsyayê ji ber sedemeke teknîkî ketiye.

Artêşa Ukraynayê eşkere kiriye pîlot beriya ketina balafirê 3 fuze û droneke Rûsyayê xistine xwarê.

Hêza Asmanî ya Ukraynayê jî li ser ketina balafirê wiha got, "Oleksiy, Ukraynayî ji fuzeyên kujer ên Rûsyayê parastin lê mixabin ev jî bû sedema canê wî.”

Serokkomarê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî piştrast kiriye ku balafirên F-16 ên Ukraynayê yên welatên NATOyê dane wan rê li ber êrişa asmanî ya Rûsyayê digirin.

Welatên endamên NATOyê soza dayîna 65 balafirên F-16 daye Ukraynayê.

Bandora balafirên F-16an li ser şerê Ukraynayê

Balafirên F-16 ji aliyê Amerîkayê ve hatine çêkirin û cara yekem sala 1974an de derketin asmanan.

F-16 bi dehan salan ji hêla gelek welatên cîhanê ve tên bikaranîn.

F-16 ku dîzayna wê di nava salan de gelek caran hatiye nûkirin, ji sala 2015an vir ve wekî balafira şer a bi baskên wê sabit a ku herî zêde tê bikaranîn jî tê zanîn.

Heta niha zêdeyî 25 hêzên asmanî yên welatên cihanê balafirên şer bi kar tînin.

F-16 bi sivikî û şiyana xwe balê dikşîne, balafir dikare gelek erkên êriş û parastinê pêk bîne.

Hêza hewayî ya Ukraynayê hîn jî ji balafirên ku ji Yekîtiya Sovyetê mane pêk tê.

Ukrayna ji destpêka şer ve tekeziyê li ser wê yekê dike ku ew dixwaze F-16ên Amerîkî li dijî hêzên asmanî yên Rûsyayê bi kar bîne.

F-16 ji bilî êrîşa li Ukraynayê ji bo parastina hewayî jî roleke girîng dilîzin.

Pîlotên Ukraynayê heta îro qet balafirên şer ên rojavayî bi kar neanîne û li welatên cuda yên NATOyê perwerdeya balafirên şer ên NATOyê dibînin.

Li gorî pisporan, di qonaxa yekem de dê hejmara balafirên F-16 ên li Ukraynayê ji hejmara pîlotên ku dikarin wê balafirê bifirinîn zêdetir bibe.

Rûsya hewl didê Ukrayna sûdê ji van balafiran nebîne û beriya radestkirina balafiran bi mehan dest bi hedefgirtina balafirgehên Ukraynayê kiribû.

Ukrayna ji bo parastina balafirgeh û baregehên xwe yên hewayî û F-16an sîstemên parastina hewayî yên wekî Patriot û NASAMSê bi kar tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst