Kamala Harris: Ez ambargoyê danaynim ser Îsraîlê

Hewlêr (Rûdaw) – Namzeda Demokratan Kamala Harrisê diyar kir ku ew ambargoya çekan danayne ser Îsraîlê.

Li Amerîkayê dê 5ê Çiriya Paşîn hilbijartinên serokatiyê werin kirin.

Kamala Harris piştî namzedbûna xwe cara ewil ji CNNê re axivî.

Harrisê êrişa 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan a Hemasê bi bîr anî û got ku mafê Îsraîlê yê xweparastinê heye.

“Divê ev şer xelas bibe”

Namzeda Demokratan li ser mijara ku “Gelek Demokrat dixwazin Amerîka ambargoya çekan deyne ser Îsraîlê” jî got:

“Di polîtîkaya çekan de ti guherîn çênabin. Divê em niha peymanê ji hev safî bikin û dîlan rizgar bikin, divê ev şer xelas bibe.

Ez bi eşkereyî bibêjim, fikra min a li ser şiyana xweparastinê ya Îsraîlê qewîn e û naguhere.”

Kamala Harrisê li ser projeyên xwe jî diyar kir ku dê “enflasyonê kêm bikin, alîkariya ji bo zarokan zêde bikin û krediyê bidin kesên ku cara ewil xaniyekî bikirin.”

Li gorî anketa dawî ya ku ji aliyê New York Timesê ve hatiye belavkirin, Kamala Harris ji sedî 49ê dengan û Donald Trump jî ji sedî 45ê dengan distîne.