Bijîşkê Şirnexî li Kanadayê bû kesê duyem

Hewlêr (Rûdaw) – Bijîşkê Kurd Tevfîk Bayram bi projeya xwe ya doktorayê û lêkolînên xwe, li Kanadayê wek kesê duyemîn hat hilbijartin.

Tevfîk Bayram dê bilindtirîn bursa hikûmeta wî welatî wergire.

Bijîşkê ji Gundikê Melî yê Şirnexê Tevfîk Bayram, li Kanadayê burs ango dermaleya Vanierê qezenc kir.

Akademîsyenê Kurd ê li Zanîngeha Montrealê ya Kanadayê Tevfîk Bayram ji Rûdawê re behsa projeya xwe û bursa Vanierê kir.

Bursa Vanierê bilindtirîn bursa Hikûmeta Kanadayê ye û her sal ji bo lêkolerên herî serkeftî tê dayîn.

3 mercên wergirtina bursê

Berendamên vê bursê li ser sê esasan tên nirxandin:

Esasê yekem, başbûna di warê akademîk de ye, yanî li ser transkrîpt û xalên li ser dersên hatine standin.

Esasê duyem, potansiyela di warê lêkoleriyê de ye, yanî li ser başbûna projeya doktorayê û lêkolînên berê kirî.

Esasê sêyem jî rêberî ye, yanî ka berendam çiqasî dikare rêberiyê û pêşkêşiyê bike.

Ev pêşkêşî ne tenê di warê rêvebirina mirovan de ye, herwiha di warî de ye ku ew kes çiqas dikare fikrên nû derxe û bandorê li civakê bike ye.

3 komîte biryarê didin

Berendamên vê xelatê ji sê komîteyên zanistî diborin heta digihin encamê.

Berendamên pêwîst e bursê, ewil ji komîteya fakûlteyê, paşê ji ya zanîngehê û paşê jî ji ya dezgeha hikûmetê bibore.

Kî dikare serlêdanê bike?

Ev xelat ji bo hemû xwendekarên doktorayê yên Kanadayê vekiriye (welatî û newelatî).

Ji nav hezaran kesên berendam, îsal li seranserê Kanadayê 56 xwendekaran ev xelat bi dest xist.

Tevfîk Bayram yek ji wan kesan e û li gorî pîvanên komîteya dezgeha hikûmetê ew li seranserê Kanadayê wek kesê duyem hatiye hilbijartin.

Burs 150 hezar dolar e

Bursa Vanierê salane 50 hezar dolar e û sê salan berdewam dike.

Tevfîk Bayram bi projeya xwe ya doktorayê û lêkolînên xwe ev burs qezenc kir.

Projeya Tevfîk Bayram a doktorayê li ser saxlemî û bihêzkirina zarokên koçber ên bê dayik û bav e.  

Sûdên bursê çi ne?

Tevfîk Bayram ji Tora Medyayî ya Rûdawê re wiha behsa derfetên bursê kir:

“Ev burs ji bo ku ez bikarim tenê li ser lêkolîna xwe bisekinim û jiyana xwe ya rojane berdewam bikim tê dayin. Li aliyê din, ev burs deriyên dezgehên hikûmetê vedike.

Îmkanên birêvebirina lêkolînê û belavkirina encamên wê ji bo parlementoyê, televîzyon û dezgehên ragihandinê dide.

Deriyên mezin ji bo siberojê vedike. Kesên vê xelatê distînin di siberojê de li zanîngehên mezin ên cîhanê de cih digirin.”

Armanca projeyê

Tevfik Bayram herwiha behsa armanca projeya xwe kir:

“Zarokên bêdêûbav ên ku koç dikin gelek caran ji ber sedemên zordestî, şer, aboriya xirab an jî nakokiyên malbatî koç dikin.

Di rêyan de bi tena serê xwe, di şertên xirab re derbas dibin. Wexta digihin welatê nû jî gelek zehmetiyan dibînin.

Xizmet ne li gorî pêdiviyên wan hatine sazkirin û îhtiyacên wan tên piştguhkirin. Di nav vê sîstemê de kontrola jiyana wan gelek caran ne di destê wan de ye.

Armanca lêkolîna min ew e ez diyar bikim ku îhtiyacên wan çi ne û dewlet dikarin çi bikin daku ev zarok bikarin bihêz bibin û kontrola jiyana xwe bigirin destê xwe.

Yanî çawa civakên bindest dikarin ji bindestiyê xilas bibin û bibin xwedîyê hêza xwe-rêvebirinê.”

Dr. Tevfîk Bayram kî ye?

Dr. Tevfîk Bayram, li Zanîngeha Montrealê ya Kanadayê li ser saxlemiya civakî doktorayê dike.

Li Şirnexê hatiye dinê û xwendina xwe ya seretayî û navîn li Şirnexê qedandiye.

Paşê beşa bijîşkî û pisporiya saxlemiya civakî li Zanîngeha Marmarayê ya Stenbolê qedandiye.

Mastera xwe li ser saxlemiya civakî li Zanîngeha Îbranî ya Orşelîmê ya Îsraîlê kiriye.

Teza xwe ya masterê li ser newekheviyên saxlemiyê di navbera Cihûyên Ortodoks, Cihûyên sekûler û Ereban de nivîsiye û teza xwe ya pisporiyê jî li ser xizmetên saxlemiyê yên ji bo koçberên li Swîsreyê nivîsiye.

Wî herwiha lêkolîn li ser Kurdên ku zimanê Tirkî nizanin jî kiriye ka çawa xwe digihînin xizmetên saxlemiyê.

Lêkolînên wî di gelek kovarên zanistî yên sereke de hatine weşandin û li gelek kongreyan hatine pêşkêşkirin.

Wî di asta navneteweyî de gelek burs û xelat wergirtine.

Yek ji xebatên wî yên ku li ser zarokên xwîn dirije ser mêjiyê wan bû, sala 2019an li Tirkiyeyê ji aliyê Komeleya Neştergerên Mêjî ve xelata lêkolîna salê ya herî baş standiye.

Sala 2023yan jî li Kanadayê xelata Vanierê standiye ku bilindtirîn bûrsa Hikûmeta Kanadayê ye.

Ew bi gelemperî li ser saxlemiya civakên bindest dixebite û 5 zimanan dizane: Kurdî, Îngilîzî, Fransî, Tirkî û Farsî.