TEKSAS - 4 Kurdên ji heman malbatê di mala xwe de mirî hatin dîtin

30-08-2023
RÛDAW
Nîşan Teksas Malbata Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Allenê yê eyaleta Teksasê 4 Kurd ên ji heman malbatê di mala xwe de mirî hatin dîtin.

Polîsên bajarê Allenê yê eyaleta Teksasê ya Amerîkayê li ser wê îhtîmalê disekine ku bavê malbatê piştî ku hevjîn û zarokên xwe kuştibin, xwe jî bi ser de kuştibe.

Di destpêka vê mehê de keça malbatê ya 4 salî di hewzê avê de xeniqî.

Li bajarê Allenê roja duşemê polîsan cenazeyên 4 endamên malbateke Kurd di mala wan a li Aberdeen Driveyê de dîtin.

Xizmekî malbatê diyar kir ku ew çûye malê û hemû derî girtî bûne, piştî demeke dirêj ku kesî derî venekiriye wî polîs agahdar kiriye.

Polîsên ku çûn cihê bûyerê, di nava malê de cenazeyên 4 kesên ji heman malbatê dîtin.

Hat diyarkirin ku kesên canê xwe ji dest daye, bav Ferman Şêrwanî, dayik Leyla Şêrwanî, kurên wan Metîn Şêrwanî (2) û Şahîn Şêrwanî (12) ne.

Polîsên Allenê balê dikişînin ser wê yekê ku keça malbatê ya 4 salî Liyan berî 3 hefteyan di hewza avjeniyê de xeniqiye û dibe ku ev bûyer êrişeke malbatî be.

Guman li ser e ku Ferman Şêrwanî endamên malbata xwe kuştibin û xwe jî bi ser de kuştibe.

Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst