Roja hevdîtina Lavrov û Fîdan diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê sibe li Moskowê bicivin.

Berdevka Wezareta karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova di civîneke çapemeniyê de roja hevdîtina Sergey Lavrov û Hakan Fîdan eşkere kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê, Zakharova di civîna çapemeniyê de eşkere kiriye ku Lavrov û Fîdan dê di rojên 31ê Tebaxê û 1ê Îlonê de li Moskowê bicivin.

Herwiha Zaharova 28ê Tebaxê ragihandibû ku dê Fidan û Lavrov li Moskowê bicivin.

Li aliyê din Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser heman mijarê daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniyê de got:

“Wezîrê Derve Hakan Fidan 31 Tebaxê û 1ê Îlona 2023an serdana Rûsyayê dike.

 Di hevdîtinan de dê peywendiyên dûalî û pêşhatên navçeyê bên gotûbêj kirin.”

Herwiha Hakan Fîdan 25ê Tebaxê çûbû serdana Ukraynayê.

Fîdan li Kîevê bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky û Wezîrê Karên Derve Dmytro Kuleba re civiya bû.