Bi dronan êrişî rojnamegeran kiribû: IFJyê bangî Tirkiyeyê kir!

30-08-2023
RÛDAW
Nîşan IFJ JIN TV Rojnameger Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Rojnamegerên Navdewletî (IFJ), derbarê êrişa ser rojnamegerên JIN TVyê de banga lêpirsîneke serbixwe kir.

23ê Tebaxê droneke Tirkiyeyê li ser rêya Amûdê-Qamişloyê otomobîleke ku rojnameger tê de bûn bombebaran kir.

Di bomberanê de karmendê JIN TVyê yê bi navê Necmedîn Feysel Hec Sînan canê xwe ji dest dabû û rojnamegera bi navê Delîla Egîd jî birîndar bû.

Federasyona Rojnamegerên Navdewletî (IFJ), derbarê êrişê de li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ji Tirkiyeyê tê xwestin ku demildest lêpirsînê bide destpêkirin û berpirsên êrişê bên cezakirin.

IFJyê tekez kir ku divê rojnameger neyên armancgirtin û karê xwe bi awayekî azad bikin.

“Tirkiye duyemîn car e ji ber êrişa rojnamegeran tê tawanbarkirin”

IFJyê di daxuyaniya xwe de got:

“Tirkiye duyemîn car e ji ber êrişa rojnamegeran tê tawanbarkirin.

Meha Kanûna Pêşîn a par jî li parêzgeha Hesekê di êrişeke esmanî de rojnamegerek hatibû kuştin.

Ji bo rêgiriya êrişên li hemberî rojnamegeran di asta navdewletî de pêwîstî bi parastina zêdetir heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst