Sezgin Baran Korkmaz bo Tirkiyê tê radestkirin

30-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Nemsayê biryar da ku Sezgin Baran Korkmaz ku bi sipîkirina pereyan dihate tohmetbarkirin, radestî Tirkiyê bike.

Dadgeha Wels a Nemsayê di 24ê Tebaxê de biryar da ku Sezgin Baran Baran Korkmaz, xwediyê Holdînga SBK ku bi sipîkirina 133 milyon dolerên Amerîkî dihate tohmetbarkirin, radestî Tirkiyê bike.

Parêzerê Sezgin Baran Korkmaz,  ji medyaya Tirkiyê re ragihandiye ku Dadgeha Wels a Nemsayê biryar daye ku Sezgin Baran Korkmaz radestî Tirkiyê bike, lê li ser daxwaza radestkirian Amerîkayê jî lêkolîn berdewam in û piştî wan lêkolînan dê radestkirina Korkmaz a bo kîjan welatî, eşkere bibe.

Wî parêzerî herwiha  amaje bi wê jî daye ku eger dadgeh biryara radestkirinê bo Amerîkayê jî bide, dê biryara herî dawî ji aliyê Wezareta Dadê ya wî welatî bê dayîn.

 Sezgin Baran Korkmaz yek ji wan karsazan e ku li Tirkiyê bi tohmetên sipîkirina pereyan derbarê wî de  biryara girtinê hatiye dan û dest bi ser mal û milkê wî de hatiye girtin.

Peywendiya Sezgin Baran Korkmaz ligel hejmareke berpirsên AK Partiyê hebû û çendîn wêneyên wî  ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan  jî hene.

Derbarê Kormaz de li Amerîkayê jî, ji ber tawanên spîkirina pereyan û revandina bacê doznameyek hatibû tomarkirin. Di çarçoveya wê doznameyê de, Amerîkayê  ji Nemsayê xwestibû ku Korkmaz bê girtin. Li ser wê daxwaza Amerîka Korkmaz di 19ê Hezîrana 2021ê de li Nemsayê hate girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst