Firokexaneya Kabulê ket ber êrişa mûşekî

Hewlêr (Rûdaw) - Firokexaneya Kabulê ji aliyê çekdarên nenaskirî ve rastî êrişeke mûşekî hat û berpirsekî Amerîkayê dibêje, wan bi rêya sîstema dije mûşekî ya xwe ya li firokexaneyê bersiva êrişê daye û mûşek hatine pûçkirin.

Berpirsekî Amerîkî ji medyaya welatê xwe re ragihandiye, wan bi kêmanî 5 mûşek ku ber bi Firokexaneya Kabulê ve hatibûn avêtin, xistine xwarê û têk birine, lê ti ziyanên canî yên hêzên Amerîkî ku firokexaneyê diparêzin nebûne.

Wî berpirsê Amerîkî ku navê wî nehatiye aşkerekirin, herwiha diyar kiriye ku tevî êrişên mûşekî, Firokexaneya Kabulê vekirî maye û proseya vekişandinê ji wê firokexaneyê ve berdewam e.

Avêtina van mûşekan di demekê de ye ku Amerîkayê roja Yekşemê 29ê Tebaxê di êrişeke esmanî de otomobîleke bombekirî li nav Kabulê kiribû armanc, berî ku bigihe Firokexaneya Kabulê.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, derbarê armanckirina wê otomobîla bombekirî de ragihand ku agahî li ba wan hene derbarê qurbaniyên sivîl ên ji ber wê êrîşê, herwiha got ku ew pêdaçûnê dikin derbarê encamên wê êrîşê de.

Berpirsên Efxanistanê dibêjin, di encama vê êrişa esmanî ya Amerîkayê de, herî kêm 9 kesên sivîl canê xwe ji dest dane, ku zarok jî di nav de hene.

Ev êrişa Amerîkayê rastî nerazîbûna tund a Talibanê hat. Berdevkê Talibanê, Zebîhullah Mucahid ragihand, ew gelek ji wê yekê dilgiran in ku Amerîkayê bêyî agahdarkirina Talibanê, êrişên wisa pêk tîne û got, “êrişên bi vî awayî êrişa li ser Efxanistanê ye.”

Roja Pêncşema borî 26ê Tebaxê jî li ber Firokexaneya Kabulê êrîşeke xwekujî hatibû kirin û di encamê de zêdeyî 170 kesên sivîl û 13 leşkerên Amerîkî canê xwe ji dest dabûn.

Rêxistina DAIŞê şaxeya Xorasanê ku li Efxanistanê çalak e, berpirsyariya wê êrîşê li xwe girtiye.

Roja Sêşemê 31ê Tebaxa 2021, roja dawî ya proseya vekişîna ji Efxanistanê ye û bi fermî erkê hêzên Amerîkayê li Firokexaneya Kabulê jî bi dawî tê.

Washingtonê ragihandiye, hêj nêzîkî 300 welatiyên Amerîkî li gel sedan Efxan mane ku ji Firokexaneya Kabulê ve bên veguhastin. Di nava du heftiyên bihorî de li gor rayedarên Amerîkî, nêzîkî 120 hezar kes ji Firokexaneya Kabulê bo welatên derve hatine veguhastin.

Taliban tekezî li ser derketina hemû hêzên biyanî heya 31ê Tebaxê wate sibê dike.