Li Venezuelayê di protestoyan de kesek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Venezuelayê di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderên ku encamên hilbijartina serokkomariyê protesto dikin de rageşî derket û kesek hat kuştin.

Li gorî nûçeya Venezuelayê li Yaracuyê kesên ku xwest encamên hilbijartinê protesto bikin bi hêzên ewlehiyê re pev çûn.

Di bûyerê de kesek bi guleyan hat kuştin û 46 xwepêşander jî hatin desteserkirin.

Wezîrê Parastinê yê Venezuelayê Vladimîr Padrîno Lopez li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku di bûyeran de 23 leşker birîndar bûn.