Gora prensesa Kurd Leyla Bedirxanê li Parîsê hat dîtin

30-07-2023
Nîşan Leyla Bedirxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gora prensesa Kurd Leyla Bedirxanê li goristana Saint-Cloudê ya a Parîsê hatiye dîtin.

Hunermenda Kurd a operayê Pervîn Çakarê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku gora hunermenda dansa modern û balerîna Kurd Leyla Bedirxanê hat dîtin.

Pervîn Çakarê got, “Kêliyek berê min bihîst ku gora Prensesa Kurd balerîn/hunermenda me ya dansa modern Leyla Bedirxanê piştî kar û xebatên dûr û dirêj hatiye dîtin. Gelekî spas ji bo her kesê ku keda wan tê de heye.

Divê parastina mîrateya xwe û hunermendên me erka me ya herî mezin be. Hûn dikarin li goristana Saint-Cloudê ya Parîsê serdana gora wê bikin. Ez ê jî bi kulîlkên xwe herim.”

Çakarê di berdewamiya parvekirina xwe de spasiya kesên ku wan ji bo dîtina gorê hewl daye kir.

Bi hevjînê xwe re di heman gorê deye

Herwiha welatiyê bi navê Serdar Karakuş li ser hesabê xwe yê Twitterê ev agahiyên ku dîroknas Osman Aydin û Ahmet Kardam di derbarê dîtina gora Bedirxanê de dane parve kirin:

“Nedihat zanîn ku gora wê li kû derê ye. Me her duyan ji bo dîtina gora wê gelek hewl da. Me gelek wext û xebat di ber de da. Em bi gelek kesan re ketin têkiliyê. Gelek tişt hatin nivîsandin.

Mixabin deriyên ku me lê dixist venedibûn lê me bawer dikir ku em ê bibînin. Di dawiyê de me karî gora wê abîdeya hunerê bibînin. Em niha êdî mala wê ya li 2 Rue du Pavillon dizanin ku di salên xwe yên dawî de li Parîsê lê jiya.

Birayê me Pascal Boran bi rêberiya me li goristana Saint-Cloud a Parîsê gora wê nirxa mezin a Kurdan dît û wêneyên xwe ji me re şandin.

Leyla Bedirxan bi hevjînê xwe Henri Touache re di heman gorê de ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst