Li Soçî rewşa Sûriyê tê gotûbêjkirin

30-07-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Soçî Rûsya Tirkiye Îran Sûriye
A+ A-

Soçî (Rûdaw) – Şanderê Taybet ê Neteweyen Yekbûyî bo Sûriyê Steffan De Mistura  dê ligel Rûsya, Îran û Tirkiyê amadekariyên komîsyona nivîsandina reşnivîsa destûra nû bo Sûriyê gotûbêj bike.

 

Peyamnêrê Rûdawê Xalis Husên ji bajarê Soçî yê li başûrê rojavayê Rûsyayê ragihand ku îro Duşemê (30.07.2018) di çarçoveya pêvajoya dîplomatîk a ji bo çareseriya şerê navxweyî yê Sûriyê de gereke din a hevdîtinên Soçiyê birêve biçe.

 

Peyamnêrê me da zanîn ku civîn dê sibe jî berdewam bin.

 

Ji aliyê din ve çavkaniyeke dîplomatîk ji medya Rûsî re ragihand ku li Soçî wê Şanderê Taybet ê Neteweyen Yekbûyî bo Sûriyê Steffan De Mistura ligel nûnerên welatên garantor, Rûsya, Îran û Tirkiyê amadekariyên komîsyona nivîsandina reşnivîsa destûra nû û lihevhatineke giştî li Sûriyê gotûbêj bike.

 

Wê çavkaniyê eşkere kir ku ji xeynî gotûbêjên berdana dîlan û dîtina wendayiyên şer, wê De Mistura ligel nûnerên wan hersê welatan amadekariyên komîsyona nivîsandina reşnivîsa destûra nû û lihevhatineke giştî li Sûriyê jî gotûbêj bike.

 

Li gora agahiyên heman çavkaniyê Şêwirmendê De Mistura Vitaly Naumkin ku amadakariya nivîsandina reşnivîsa destûra nû ya Sûriyê dike, niha gihiştiyê Soçî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst