ALMANYA – Alîgir û dijberên Erdogan dirijin kolanan

30-07-2016
RÛDAW
Nîşan Almanya Recep Tayyip Erdogan Xwepêşandan
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Tê çaverêkirin ku sibe roja Yekşemê li bajarê Kolna Almanyayê pênc xwepêşandan çêbibin, yek ji wan xwepêşandana alîgirên Serokomarê Tirkiyê Erdogan û çar xwepêşandanên din jî li dijî Erdogan in.

 

Fermandarê hêzên polîsan li Kolnê Jorgen Metz ji medyayê re diyar kir ku ji ber astengkirina aloziyên di navbera xwepêşandanên alîgirê Erdogan û yên li dijî wan, hêzên polîsan di amedebaşiyê de ne.

 

Metz ragihand ku dibe hin rayedarên hikûmeta Tirkiyê beşdarî xwepêşandana alîgirên Erdogan bibin û hin kes behsa hatina Serokomarê Tirkiyê Erdogan bixwe dikin ku tevlî wê xwepêşndanê bibe.

 

Hate xuyakirin ku polîsên Kolnê xwepêşandana alîgirên Erdogan birin aliyê din ji çemê Raynê, da ku ti alozî di navbera wan û xwepêşandanên li dijî Erdogan çênebe.

 

Hat diyarkirin ku alîgirên PKKê ku xwepêşandana xwe bi paş xistin wê tevlî xwepêşandana partiyên çep û demokratîk a li dijî Erdogan bibin.

 

Hate zanîn ku polîsan 2 hezar û 300 polîs, panzer û otomobîlên ava şid û segên polîsî ji bo wan xwepêşandanan amade kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst