Hevdîtinên navbera Filistîn û Îsraîlê di xwarina fitarê de dest pê kir

30-07-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Washington (Rûdaw/Ajans) - Mûzakereyên di navbera rêveberiya Filistîn û Îsraîlê de yên ku berî sê salan rawestiyabûn, dîsan dest pê kirin.

Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry li Washingtonê ligel wezîrê dadê yê Îsraîlê Tzipi Livni û ji aliyê Filistînê jî ligel Saîb Erekat di xwarina fitarê de hat ba hev.

Ji bo di navbera Îsraîl û Filistînê de hevdîtin dest pê bikin, Kerry di nava 5 mehan de 6 caran serdana Rojhilata Navîn kir. Kerry di xwarina fitarê de ragihand ku ‘Ev kêliyekî pir taybet e.’ Li aliyê din bi navê Amerîka jî balyozê Amerîka yê Îsraîlê Martin Indyk ji bo mûzakereyan hatiye erkdarkirin û beşdar bû.

Îro jî wê li ser nexşe rêyê şanda Îsraîl û Filistînê hevdîtinan bikin. Piştre wê biçin welatê xwe û rewşê binirxînin, ger lihevkirin berdewam bikin; wê mûzakere li Rojhilata Navîn berdewam bikin.

Di hevdîtinan de wê nûnerê taybet ê Amerîka Martin Indyk beşar bibe. Di pêvajoya mûzakereyan a di navbera Îsraîl-Filistînê de, wê mijarên weke; cihên îllegal ên li Rojavayê Şerîa, statûya Qudisê û rewşa penaberên Filistînê hene.

Hikûmeta serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ji bo dest pê kirina mûzakereyan, pêşniyar pirsa 104 girtiyên Filistînê serbest werin berdan li parlamentoyê derbas kiribûn. Lê wê berdana girtiyan jî qonax bi qonax û li gor pêvajoya aştiyê çêbibin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst