SOMALÎ – Sivîl bûne hedef; 18 kes mirin

30-06-2016
RÛDAW
Nîşan Somalî Mogadîşu El Şebab
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Lafole ya başûr rojhilatê paytexta Somalî Mogadişuyê, di dema derbasbûna otobûsekê sivîlan de bombeyek teqiya û 18 kes mirin.

 

Yek ji berprisên polîsan Abidkadir Mohamed da znîn ku di dema derbasbûna otobûsê de, bombeya li kêleka rê hatibû vedan teqiye û 18 kesan jiyana xwe jidest daye.

 

Şahidê rûdanê şöfêr Nûrî Ahmed jî diyar kiriye ku diyar kiriye ku teqîn di dema derbasbûna wesayita leşkerên Somalî pêk hatiye lê wesayita leşkerî jê filitiye.  

 

Heta niha ti kesan berpirsiyariya êrîşê negirtiye serxwe lê çavkaniyên fermî diyar dikin ku dibe ev êrîş ji aliyê rêxistina El Şebab ve hatibe kirin.

 

Rêxistina El Şebab di dema borî de jî li hember sivîlan û hêzên hikûmetê êrîşên heman awayî kiribûn.

(Ji ajansan)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst