Amerîkayê du kompaniyên Sûrî ceza dike

30-05-2023
RÛDAW
Nîşan Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê Sûriye Cezakirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê 2 kompanyayên Sûrî yên pere şandinê ceza kir.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ceza li ser kompaniyên veguhestina pereyan ên bi navên El-Fadil û El-Edhem ên Sûrî sepand.

Wezareta Xezîneyê ragihand ji ber ku ew her du kompanî alîkariya Hikûmeta Sûriyê kirine ceza li ser wan hatiye sepandin.

Kompaniya el-Fadil ku navenda wê ya sereke li Şama paytexta Sûriyê ye, di sala 2010an hatiye damezrandin û di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de karê wê berfirehtir bûye.

Herwiha Kompaniya el- Edhem jî di sala 2008an de hatiye damezirandin û endamên Rêveberiya wê hemû ji mala Qenteqcî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst