Putin deyn dide Serokê Belarûsê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin soza daye ku berî dawiya meha Hezîrana îsal, bi qasî 500 milyon dolar deyn bide Belarûsê. Li aliyê din jî xwepêşandanên nerazîbûnê berdewam in.

Serokê Belarûsê Alexander Lukashinko û kurrê xwe berê xwe dane zilamê bihêz ê Rûsyayê, ev du rojin ew gotûbêjan ligel Putin dikin, ku tê de Putin piştîvaniya xwe ya bêsînor bo wan aniye ziman û peyman daye wan wek berê ji wê serêşa ku çêbûye rizgar bike, jiber binpêkariya yasayî û nerîtên navdewletî li asta ku bizorê ew firoke daxistiye ku Raman Pratasavîç çalakvanê opozisyonê tê de bû.

Ew serêşa sala borî tevlî nerazîbûna niha ya xelkê Belarûsê ya taybet bi girtina Raman bûye. Saviatlana Çîxawnoviskî, kesayetiya diyar a opozisyonê, ji sala par ve li Lîtwanya ye û ji xwepêşandanan qutnebûye, li hêviya wê rojê ye, ku Lukashinko xwe bikuje.

Sarov, ji opozisyona Belarûs, Litwanya, dibêje, “Niha tiştên metirsîdar li Belarûsê çêdibin. Mijara girtina çalakvanê li nav firokeyê beşekî kêm ê wan kiryarên dirinndane yên Lukashinko ne, ku xwe dane pêş, dibe kuştin û êşkencedan ji wan hebin.”

Lê li Moskowê alîgirên opozisyona Belarûsê kêm in, di keşûhewayeke sar û baranbarînê de, hijmareke Belarûsî li pêş balyozxaneya welatê xwe civiyane.

Timofy, Belarûsî li Rûsyayê, “Bi rastî ez hêvîdar im ku civaka navdewletî destwerdanê di nav Belarûsê de bike û alîkariya gelê wê bike bo bigihên azadiyê û pêkanîna hilbijartinên paqij û pak.”

Li Polandayê ku endama Yekîtiya Ewropaye û cîranê Belarûs e, Belarûsî hawara jiyanê bo welatên xwe dikin, daxwazê ji Amerîka û Yekîtiya Ewropayê dikin ku wan ji Lukashinko rizgar bikin.

Tişta ku heta niha îdareya Biden kiriye, tenê sozek daye bo karkirinê ligel Ewropiyan bo cezakirina çend berpirsên serkî yên hikûmeta Belarûsê.

Yekîtiya Ewropayê tevî aloziyan, piştî hilbijartinên serokayetiya sala 2020ê ceza bi ser Belarûs de sepandine.

Vê carê piştî şermezarkirina Lukashinko, soz daye bi terxankirina 3.7 milyar dolar bo piştîvaniya damezrandina Belarûseke demokrasî.

Lukashinko ji aliyê hinek kes wek Hitler tê binavkirin, lê heta niha ew zilamê hijmar yekeme li nav welatê xwe, û bi piştîvaniya Putin wiha xuyanê nake ku di demek zû de bi bayê reşê Rojavayîyan keştiya wî binav bibe.