Brian Hook: Em dê bi rêya hêza leşkerî bersiva Îranê bidin

30-05-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Brian Hook Îran Hêza leşkerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Dosyeya Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê Brian Hook ragihand, Waşington dê bi rêya hêza serbazî bersiva Îranê bide, eger ku xaka Amerîkayê yan jî berjewendiyênw ê ji aliyê Tehranê ve bibin armanc.

 

Biran Hook got, wiha xuya dike ku Îran ew peyam baş fêm kiribe û tekez kir, rê li gelek êrîşan hat kirin ku Amerîka ji egera rûdana wan ditirsiya.

 

Berpirsê Dosyeya Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de amaje bi zêdekirina hêzên serbazî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn û Kendavê kir û got, şandina keştiyên cengî yên firokehilgir û herwiha firokeyên cengî yên pêşketî bo navçeyê, bandoreke mezin hebûye.

 

Li aliyekê din, Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê John Bolton ragihand, Amerîka hewla wê yekê nade ku desthilatê li Îranê biguhere.

 

John Bolton di daxuyaniyeke rojnamevanî de da xuyakirin, gefên Îranê bi dawî nehatine, lê belê bersiva bilez û veguhastina keştî û firokeyên cengî yên Amerîkayê bo navçeyê,  alîkar bûn ku rê li êrîşên Îranê bigre.

 

Ew daxuyaniyên berpirsên dîplomasiya Amerîkayê di demekê de ye, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyên xwe yên wê dawiyê de ragihandiye, eger Îran bixwaze û amade be ku gotûbêjê bike, ew ji bo wê yekê amade ye.

 

Trump herwiha di serdana xwe ya bo Japonê de jî têkildarî aloziyên navbera Amerîka û Îranê gotibû, ji ber sizayên Amerîkayê, Îran bûye welatekî lawaz û aboriya wê gelek têk çûye. Trump herwiha gotibû, ew wiha difikire ku Îran niha rêkeftinekê dixwaze.

 

Tevî wan daxuyaniyên Trump û rayedarên din ên Amerîkayê, Rêberê Komara Îslamiya Îranê Elî Xaminêyî red dike ku Tehran li gel Waşingtonê danûstandinê bike.

 

Elî Xaminêyî duh Çarşemiyê jî ragihand: “Pêştir me gotiye, em li gel Amerîkayê danûstandinê nakin, çimku ti sûda danûstandinê nîne û zirara wê jî heye.”

 

Di Gulana 2018ê de Amerîka ji rêkeftina etomî vekişiya û piştre bi rêya sepandina çendîn sizayên aborî, guvaşên li ser Îranê zêde kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst