Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Rûsyayê bi dijawarî bajarên Kharkiv û Donbasê yên Ukraynayê bombebaran dike.
Artêşa Rûsyayê kêmî 20 kîlometreyan dûrî rêwingiyên di nav vê otomîlê de ne. Evana ji bajarokê Ruska Lozova yê bakurê herêma Kharkivê reviya ne.
Koçbera Ruska Lozovê Tatiana dibêje “Şeva borî mala me şewitî, gulle-topek li mala me ket û şewitî. Ti cihekî em lê bimînin nema.”
Bordûmankirin û topbarankirina bajar û bajarokên Kharkivê li bakurê rojhilatê Ukraynayê dijwartir bûne. Hinek car yekeyên niştecihbûnê jî dibin armanc. Ukrayna, Rûsyayê bi wê yekê tohmetbar dike ku sivîlan dike armanc û Rûsya jî Ukraynayê bi bikaranîna welatiyên sivîl wek mertalê mirovî tohmetbar dike.
Zaporizhzhia (Zaporîjya) li rojavayê Donetskê di bin bombardûmanê de ye. Hêzên Rûsyayê bi hêdî û bi awayê grûp grûp ber bi pêş ve diçin, bombardûman, topbaran û êrîşên mûşekî jî pêşdeçûnê asan dikin.
Niştecihê Zaporizhzhiayayê Anatolii got “Ev dever çima tê bordûmankirin? Ji ber Rûsya dixwaze vê navçeyê bigre, lewra hêzên wê ber bi vê derê ketine tevgerê.”
Li nêzîkê xetên pêş ên şer li Herêma Donbasê kêm xelk maye. Çûna medyayê bo wan navçeyan tenê bi piştgiriya aliyên serbazî Rûsî yan Ukraynî dibe. Evder navçeyeke din a Herêma Donbasa jêr destê Ukraynayê ye. Şeva borî ev navçe, bi sê mûşekên corê Kaliberi yên Rûsî hat armancgirtin.
Niştecihê Donetskê Matov diyar kir “Temaşe bikin çi tê serê me? Şev û roj tên bordûmankirin, mal û hale me hemû wêran bûye, şer nêzîkê me bûye, em nizanin çi tê serê me.”
Ji Bingehê Esmanî yê Doverê li wilayeta Delaware ya Amerîkayê ve çek û teqemenî ji Ukraynayê re tê şandin. Armanca Amerîka û hevpeymanên wê wek ragihandine, bihêzkirina Ukrayna û têkşikandina Rûsyayê ye. Moskowê jî soz daye, her çi çekên hebin berî bighin destê Ukrayniyan, li rojava û naverasta Ukraynê, bi mûşekên jîr, jinav bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse