Pentagon li Almanyayê serbazên Ukraynayê perwerde dike

30-04-2022
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Perwerde Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby ragihand ku serbazên Amerîkayê li Almanyayê dest bi perwerdekirina serbazên Ukraynayê li ser pergalên serbazî yên krîtîk, radar û topan kirine.

Kirby di civîna çapemeniyê de got, "Ez dikarim ragihînim ku Amerîkayê bi Hêzên Çekdar ên Ukraynayê re li navendên serbazî yên Amerîkî li Almanyayê dest bi perwerdehiya pergalên sereke kiriye."

Kirby diyar kir ku perwerde dê ji aliyê Fermandariya Ewropa û Afrîkayê ya Amerîkayê û Almanya ve bê koordînekirin û dê perwerde ji aliyê 160 serbazên Yekîneya Nobedariyê ya Neteweyî yên Florîdayê ku berî şer ji Ukraynayê vekişiyabûn, bê dayîn.

Kirby teqez kir ku perwerde dê li ser "sîstemên nû yên ku dê şiyana Ukraynayê bihêz bike li hember êrîşa Rûsyayê ya li rojhilatê Ukraynayê" be.

"Em dikarin behsa bêexlaqiya Putin bikin"

Kirby li ser pirsa, hûn hîn Serokê Rûsyayê Vladimir Putin wek aktorekî rasyonel dibînin, wiha got, "Ez ê neçim ser psîkolojiya Vladimir Putin. Zehmet e kesek kiryarên wî û hêza wî ya li Ukraynayê bibîne bifikire ku exlaqî ye. Zehmet e ku meriv li hin wêneyan binêre û bifikire ku ew baş e. Rêberekî cidî û têgihîştî vê yekê nake. Ji ber vê yekê ez nikarim behsa psîkolojiya wî bikim lê ez difikirim ku em dikarin behsa bêexlaqiya Putin bikin."


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst