Holenda: Dîl hatin berdan û çekdar jî hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarê ku li bajarekî Holendayê çend kes dîl girtibûn, hat desteserkirin û dîl jî hatin berdan.

Polîsê bajarê Eideyê Holendayê li ser tora civakî ragihand, “Dîlê dawî hat berdan û kesek hat desteserkirin. Em nikarin zanyariyên zêdetir bidin.”

Li bajarokê Eideyê yê parêzgeha Geldersê danê sibehê çekdarekî çend kes dîl girtin.

Rayedar û polîsan got, “Ti sedem nînin ku bûyer wekî terorîstî were binavkirin.”

Şahidan jî got, “Kesekî çekdar ket hundirê barê û dest bi gefxwarinê kir, 4 kes jî dîl girtin.”

Polîs piştî ku çûn cihê bûyerê 150 kes ji cihê bûyerê dûrxistin.

Piştî saetan 3 dîlan destên xwe bilind kirin û ji avahiyê derketin.

Paşê dîlê çaremîn hat berdan û çekdar hat girtin.

Çend wêne li ser torên civakî hatine belavkirin ku tê de zilamek li ser çokan e û polîs jî wî desteser dikin.

Parêzgarê Eideyê Rene Verhulst jî da zanîn, “Ev ji bo her kesî rewşeke pir xerab e. Ez hêvî dikim ku bi silametî bi dawî hatibe.”