Fetûş Îbrahîm li Reqa wêneyên xwe bi kesên serjêkirî re kişandine

30-03-2023
RÛDAW
Fetûş Îbrahîm li Reqa wêneyên xwe bi kesên serjêkirî re kişandine
Fetûş Îbrahîm li Reqa wêneyên xwe bi kesên serjêkirî re kişandine
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fetûş Îbrahîm a 35 salî ku welatiya Swêdê ye, lê bi eslê xwe xelka Sûriyê ye, berê li Sûriyê fermandareke serbazî ya DAIŞê bû û di sala 2014 de li Reqa wêneyên selfî bi serên jêkirî re kişandiye.

Fetûş wêneyên xwe yên bi serên jêkirî re li ser Facebooka xwe belav kirin.

Ji ber belavkirina wan wêneyan dadgeha Gutenburg biryara girtina Fetûş Îbrahîm da.

Ew sala 2012 de çûbû Sûriyê û sala 2017 vegeriya bû.

Piştî vegera ji bo Swêdê, wê dest bi vekirina falan û falbaziyê kiribû, li ser Tik Tok fal ji xelkê re vedikir.

Rojnameya Expressen ya Swêdî nivîsand ku, 3 kes ji malbata Fetûş DAIŞê ne, birayê wê Hesen El Mendelawî jî ji ber DAIŞê cezayê heta heta wergirtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst