Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Tirkiyê dike

30-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo gotûbêjkirina peywendiyên her du welatan ku mijarên baziganî û enerjî jî di nav de ne serdana Tirkiyê dike.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihand ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di 6-7ê Nîsana 2023an bo dema du rojan dê serdana Tirkiyê bike.

Herwiha li gor hatiye ragihandin dê mijarên bazirganî, geştyarî û enerjiyê yên di navbera her du welatan de bên gotûbêjkirin. Li gor daxuyaniya Zaharova ligel mijarên Ukrayna, Sûriye, Qerebax dê girêdayî Asya Navîn û Efxanistanê jî gotûbêj bên kirin.

Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov 27ê Adara 2023an bersiva îdîaya ku dê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serdana Tirkiyê bike û ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hevdîtinekê pêk bîne dabû û biryara serdaneke wiha red kiribû.

Ligel vê yekê Wezîrê Derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan piştî serdana xwe ya 29ê Adarê ya ji bo Moskovayê di civîna hevbeş ya çapemeniyê de ragihandibû ku hevdîtina tê çaverêkirin ya di navbera wezîrên derve yên Îran, Rûsya, Tirkiye û Sûriyê dê hefteya bê li Moskovayê çêbibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst