Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, hêzên Rûsyayê êrîşî ofîsa wan a li bajarê Marîupolê yê Ukraynayê kir.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Beşa Peywendiyên Derva ya Yekîtiya Ewropayê, van dawiyan avahiya mîsyona YEyê ya li Marîupolê bûye armanca êrişên hêzên Rûsyayê
Yekîtiya Ewropayê dibêje ziyaneke mezin gihîşt avahî û kelûpelên wan, lê tiştek bi endamên mîsyonê nehat.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Em van êrîşan û êrîşên dijî sivîl û binesaziya sivîl şermezar dikin. Em ji Rûsyayê dixwazin ku di çarçoveya biryarên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û fermana Dîwana Edaletê ya Navneteweyî de hêzên xwe û techîzatê xwe yê leşkerî niha ji tevahiya Ukraynayê derxe."
Şaredarê Marîupolê Vadîm Boyçenko jî duh ragihandibû, ji roja dorpêça hêzên Rûsyayê û vir ve 210 jê zarok 5 hezar sivîl hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse