Papayê Vatîkanê madelyaya rêzgirtinê pêşkêşî Umer Berzincî kir

30-03-2019
RÛDAW
Nîşan Vatîkan Madelya Umer Berzincî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Papayê Vatîkan madelyaya rêzgirtinê da Balyozê Iraqê yê li Vatîkanê Umer Berzincî.

 

Bi boneya temambûna erkê wî weke Balyozê Iraqê yê li Vatîkanê, roja înê (29-03-2019) li jêr çavdêriya Papayê Vatîkanê Papa Francis madelayaya rêzgirtinê da Umer Berzincî.

 

 

Merasîma dana madelyayê, bi serokatiya Alîkarê Ragirê Dewleta Vatîkanê bo Karûbarên Giştî Monsinor Edgar Binia hat sazkirin.

 

Herwiha di merasîmê de bawernameyeke rêzgirtinê jî pêşkêşî Umer Berzincî hat kirin, ji ber wê dema ku weke Balyozê Iraqê yê li Vatîkanê kar kiriye, ku roja 31-03-2019an erkê wî bi dawî dibe.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst