Kendal Nezan: Li Parîsê konfransek li ser kurdan tê sazkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Parîs a paytexta Fransayê konferansek bi navê “Kurd Piştî Şerê DAIŞê” bi alîkariya Înstîtiyota Kurd û Senata Fransayê birêve diçe.

 

Serokê Înstîtiyota Kurdî li Parîsê Dr. Kendal Nezan derbarê vê konfransê de ji Rûdawê re ragihand, ku ew dê di vê konfansî de hewl bidin ku nêrîneke giştî ji bo piştevaniya Kurdan dirist bikin.

 

Li ser giringiya vê konfransê jî, Dr. Kendal da xuyakirin: “Bêguman konfrasên wisa derfetan çê dikin, ku raya giştî bo piştevaniya kurdan bihê amadekirin. Bi keyfxweşî ve di nava raya giştî ya Fransayê de, hemû hêzên siyasî piştgiriya xwe bo gelê Kurd nîşan dane, parlamenterên wan, senatorên wan, rojname û rewşenbîrên navdar di wan çend mehên dawiyê de hem piştgiriya xwe bo kurdan nîşan dan û hem jî nerazîbûna xwe li hember siyaseta welat xwe ya derheqê kurdan de. Li welatên demokratîk raya giştî gelek giring e, eger raya giştî dozekê biparêze, hikûmet neçar e ku hêdî hêdî siyaseta xwe biguncîne”.

 

Kendal Nezan herwiha balkişande ser hevkariya Fransayê bo kurdan û diyar kir, ku “Fransayê ji hemû welatên din zêdetir piştevaniya gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê kiriye, lê belê piştgiriya wan bo Rojavayê Kurdistanê ne di wê astê de ye, ku rêgiriyê bikin ji dagîrkirina Efrînê”.

 

Dr. Kendal Nezan got, hin senator û akademîsiyen û kesên pispor dê beşdariyê di konferansa Kurd Piştî Şerê DAIŞê de bikin.

 

Serokê Înstîtiyota Kurdî li Parîsê herwiha hêvî kir, ku hikûmeta Fransa helwest û siyaseta xwe ya li hember Başûr û Rojavayê Kurdistanê baştir bike.

 

Bi gotina Kendal Nezan, Parlamenterê HDPê yê Rihayê û serokê berê yê şaredariya Amedê Osman Baydemîr, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên û çend akademîsiyenên Kurd beşdarî konfrana îro ya Parîsê dibin. Herwiha ji welatên din jî kesatiyên navdar û akademîk beşdariyê di konfransê de dikin.