Fuad Hisên bo Amerîkayê: Bi Hewlêrê re bi cuda têkiliyê danin

30-03-2017
RÛDAW
Fuad Hisên
Fuad Hisên
Nîşan Kurdistan Amerîka Fuad Hisên Têkilî
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên ragihand, wan ji Amerîkayê xwestine ku bi Hewlêr û Bexdayê re ji hev cuda têkevin têkiliyê.

 

Fuad Hisên li avahiya Kongreya Amerîkayê, bi senator û endamên kongreyê re hevdîtin pêk anîn.

 

Hisên ji Rûdawê re ragihand, ji rayedarên Amerîkayê xwestiye ku êdî di siyaseta Amerîkayê de bi Hewlêr û Bexdayê re, bi awayekî ji hev cuda têkevin pêwendiyê.

 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên diyar kir: “Me ji Amerîkayê re da xuyakirin ku di siyaseta xwe ya Iraqê de, ji du pencereyan ve têkiliyên xwe deynin. Di pencereyekê de Bexda, di ya din de jî divê Hewlêr hebe. Ev siyaset him ji bo Amerîkayê, him ji bo Herêma Kurdistanê û him jî ji bo Bexdayê dê baştir bibe. Çimku herî dawî, li Hewlêr û Bexdayê du siyasetên ji hev cuda têne meşandin.”

 

Li ser mijara ‘gelo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Amerîkayê serdanek bike an na?’ Fuad Hisên got:

 

“Em hêvî dikin Serokê Herêma Kurdistanê jî serdana Amerîkayê pêk bîne, lê ji bo vêya divê em xebat bikin û zemînek amade bikin.”

 

Nûnera Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê Beyan Samî Ebdurehman jî ji Rûdawê re ragihand: “Ez dikarim bêjim ku pêwendiyên me bi Amerîkayê re bi giştî gelek baş û pir bihêz e. Hemû kesên ku em li vir bi wan re diaxivin dibêjin, di kongreyê de ji her du partiyan jî, gelek dost û hezkirên me hene.”

 

Herwiha Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên bi rêveberên şîrketên Amerîkî jî hatin ba hev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst