Amerîka: 50 milyon dolar ji bo kondoman hatiye xerckirin

30-01-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt Elon Musk Donald Trump Hamas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê ragihand ku wan "tesbît kiriye ku nêzîkî 50 milyon dolarên bacderan ji bo fînanskirina prezarvatîfên Xezeyê çûne derveyî welêt."

Hatibû îdia kirin ku Hemasê bombe di prezarvatîfan de bi cih kirine û di balonên û di êrişên li dijî Îsraîlê bi kar anîne.

Karoline Leavittê di konferansa rojnamegeriyê ya roja sêşemê de, wekî sedemê sekinandina alîkariyên derve yên Amerîkayê bernameyeke 50 milyon dolarî ya belavkirina prezarvatîfan li Xezeyê nîşan da lê tu delîlek pêşkêş nekir ku vê îdiaya xwe piştrast bike.

Berdevka Koşka Spî diyar kir ku ev peyman di hefteya yekem a destpêka serokatiya Trump de, bi taybetî ji aliyê Wezareta Berhemdariya Hikûmetê ya nû ve ku di bin serokatiya Elon Musk de ye, hatiye dîtin.

Leavitt di konferansa xwe ya çapemeniyê ya yekem de diyar kir ku saziya Musk û Ofîsa Budceyê "destnîşan kiriye ku 50 milyon dolarên hatî girtin ji bacderan ber bi fonkirina kondomên Xezeyê ve diçe."

Leavitt got, "Ev xerckirina bêwîjdan a pereyên bacderan e" û agahiyên zêdetir neda.

Trump û Musk daxuyanî da

Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku wî 50 milyon dolarên ku dibêje Hamas ji bo "çêkirina bombeyan" kondom pê dikirî, rawestandiye.

Trump ragihand ku wan alîkariya 50 milyon dolarî ya diçû Xezeyê rawestandiye û got, "Me 50 milyon dolarên ku dê ji bo kirîna kondoman biçûya Xezeyê rawestand."

Trump got, "Dê ji bo çêkirina bombeyan bi kar bianîna."

Li aliyê din Elon Musk jî li ser mijarê ji ser Xê got: “Texmîna min ev e ku gelek ji wan pereyan di berîkên Hamasê de bi dawî bû ne bi kondoman.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst