Li Moskowê Holokost tê bibîranîn

30-01-2025
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Moskow Holokost Komkujî Nazî Cihû
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Muzexaneya Cihûyan û Navenda Toleransê ya li Moskowê ji bo hefteyekê “Rojên Bîranîna Holokostê” organîze kirine.

Peyva "Holocoust" tê wateya çewsandin û qirkirina Cihûyan ji aliyê Naziyan ve di serdema desthilatdariya Hîtler de.

Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî sala 2005an 27ê Kanûna Paşîn wekî roja bîranîna Holokostê qebûl kiribû.

Keda koletiyê, firinên gazê yên li kampên komkirinê û gulebarana girseyî li herêmên dagirkirî ji aliyê Naziyan ve bûbûn lûtkeya cînayetên xedar ên  Almanyayê li hemberî Cihûyan.

Naziyan, qedera herî tirsnak ji bo wan kesan amade kiribû ku ketibûn kampên komkirinê.

Li wan kampan şkenceyên hovane li girtiyan dihatin kirin.

Wan di odeyên taybet de girtî bi karbonmonoksîdê jehrî dikirin û ew gulebaran dikirin û bi saxî dişewitandin.

Kampên komkirinê yên herî navdar jî Buchenwald, Auschwitz, Bergen-Belsen û Arbeitsdorf bûn.

“Mirov dibirin odeyên gazê”

Serokê Departmana Pêşanan a Muzexaneya Cihuyan a Moskowê Dîroknas Oleg Melamed got:

“Naziyan, makîneyek ne tenê ji bo tunekirinê lê ji bo bêmirovkirina mirovan û veguherîna wan a heywanan afirandibû.

Yekem odeyên gazê li kampa komkirinê ya Auschwitzê hatin bikaranîn.

Di destpêkê de, mirov dianîn Berkenauyê ku wekî kampeke pêşwaziyê berî Auschwitz bû.

Dema mirov birin odeya cilguherandinê ya odeya gazê, kincên ji wan dikirin û digotin ku ew dê xwe li hemamê bişon.

Lê paşê ew dibirin oda duyemîn û li wir gaz berdidan.”

Leşkerên Artêşa Sor ên Yekîtiya Sovyetê 27 Kanûna Paşîn a 1945an girtiyên kampa komkirinê ya Auschwitz an jî Oswentsîm a li Polonyayê rizgar kirin.

Di wê kampa komkirinê de girtiyên ji welatên cuda yên cîhanê hebûn lê piraniya wan Cihû bûn.

“Dayika min ji birçbûnê mir”

Girtiyê berê yê kampa komkirinê ya Naziyan Mikhail Spektorê 95 salî jî got:

“Ji sala 1941 heta 1944 ez û dêya xwe li yekê ji van kampên komkirinê bûn. Ez pir biçûk bûm.

Naziyan hinek girtî gulebaran kiribûn û hinek ji wan jî ji bo kar hiştibûn.

Ji ber ku li derdora kampa me gelek cotgehên kolektîv û kargeh hebûn.

Lê kes tunebû ku kar bike. Ji ber vê yekê jî ev kes wekî hêza kar hiştibûn lê dayika min ji birçbûnê mir."

Antîsemîtîzm, hîn jî di heyama Yekemîn Şerê Cîhanê de li Almanyayê bûbû beşek ji qada siyasetê.

Partiyên netewperest, Cihû wekî "nijadeke herî nizim" didîtin û banga "paqijkirina" Ewropayê ji wan dikirin.

Di encamê de Antîsemîtîzm bû beşek ji îdeolojiya Naziyan.

“Sozdayîn tenê ne bes e”

Oleg Melamed her wiha got:

“Roja bîranînê ji bo kesên ku di vê karesatê de mirine, ya herî girîng ne tenê bibîranîn e, ji bo ku karesateke wiha careke din neqewime jî divê tiştek bê kirin.

Ji ber ku careke din ew dubare nebe sozdayîn tenê ne bes e.

Divê ji bo vê hinek hewldan jî bên kirin. Lewre, roja îro jî metirsiya hinek kiryarên berfirehtir û mezintir li dijî mirovatiyê heye.”

Meha Tebaxê sala 1945an li bajarê Nurnbergê yê Almanyayê, ji bo darizandina naziyan Dadgeha Leşkerî ya Navneteweyî hat damezirandin.

Doza Nurnbergê 20ê Çiriya Paşîn a 1945an dest pê kir û dadgehê 1ê Çiriya Pêşîn a 1946an, 19 rayedarên payebilind ên Naziyan mehkûmî îdamê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst