APIKURê ji Kongreya Amerîkayê re nameya ‘petrola Kurdistanê’ şand

30-01-2024
RÛDAW
Nîşan Kongreya Amerîkayê APIKUR Petrola Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – APIKURê ji Kongreya Amerîkayê re nameya “hinardekirina petrola Kurdistanê” şand.

APIKURê ji Kongreyê daxwaz kir ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku dê biçe Koşka Spî teşwîqî hinardekirina petrola Kurdistanê were kirin.

Yekîtiya Pîşesaziya Petrola Kurdistanê (APIKUR)ê ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji Kongreya Amerîkayê re nameyek nivîsand.

APIKURê di daxuyaniya xwe de got:

“Ji 10 mehan zêdetir e hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin.

Îraq pişka budçeyê ya Hewlêrê naşîne û pirsa desthilata darayî ya kompanyayên berhemhênerên petrolê nayê çareserkirin.

Ev yek Herêma Kurdistanê ber bi pirsgirêkên darayî ve dibe.

Ev herêm li Rojhilata Navîn her tim bûye hevpeymanê ewle yê Amerîkayê.”

“Divê Îraqê neçar bikin”

APIKURê di nameyê de veberhênana 10 milyar dolaran a kompanyayên Amerîkî û navdewletî ya li Herêma Kurdistanê rêz kir û destnîşan kir ku pêwîst e ji bo parastina vê veberhênanê tedbîrên pêwîst werin girtin.

APIKURê bangî Kongreya Amerîkayê kir ku Hikûmeta Îraqê neçar bike ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.

Di berdewamiya nameyê de hat gotin:

“Em ji we û ji Hikûmeta Federal a Îraqê dixwazin ku di pirsgirêka hinardekirina zêdetirî 400 hezar bermîl petrolî de alîkarî were kirin.

Koşka Spî Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî vexwend Washingtonê.

Em daxwazê ji we dikin ku ji vê derfetê sûd wergirin û Serokwezîrê Îraqê neçar bikin ku rê bide kompanyayên petrolê yên Amerîkî û kompanyayên din ên endamên Yekîtiya Pîşesaziya Petrola Kurdistanê (APIKUR) ê ku bi azadî petrolê berhem bînin û hinardeyî welatên din bikin.”

Hat bibîrxistin ku 10 meh in hinardekirina petrolê ya ku rojane 400 hezar bermîl e ziyaneke mezin daye aramî û aboriya Herêma Kurdistanê.

APIKURê daxwaza çareseriyê kir û got:

“Divê Hikûmeta Îraqê bilez du pirsgirêkan çareser bike, ji bo kompanyayên Amerîkî û Rojavayî xebatên xwe berdewam bikin, divê ji budçeya Îraqê pişka Herêma Kurdistanê were dayîn.

Herwiha divê li gorî girêbestê, temînata mafên darayî yên berê û paşerojê yên kompanyayan a li hemberî hinartina petrolê bê dayîn.”

APIKUR çiye?

APIKUR, sala 2023yan ji aliyê kompanyayên navdewletî yên petrol û gazê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin ve hatiye damezrandin.

Yekîtiya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (APIKUR) forûmeke xebatkarên petrolê ye ku li Herêma Kurdistanê ji aliyê kompanyayên petrolê yên Norwêcî DNO, Genel Energy, Gulf Keystone Petroleum, HKN Energy û ShaMaran Petroleum ve hatiye avakirin.

Kompanyayên endamên APIKURê ji sedî 50yê petrola Herêma Kurdistanê berhem tînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst