Wezareta Karên Derve ya Çînê ji Rûdawê re: Rewşa niha ya Rojhilata Navîn aloz û hestiyar e

30-01-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Çîn Amerîka Îran Şerê Îraq-Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Çînê daxwaza rawestandina bilez a şerê Xezeyê kir û ragihand ku sedema bingehîn a zêdebûna aloziyan li Deryaya Sor aloziya Xezeyî ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Wang Wenbin ji Rêveberê Ofîsa Rûdawê yê Çînê Mehdî Ferec re ragihand:

“Deryaya Sor ji bo kelûpel û enerjiyê kanaleke bazirganiya navneteweyî ya girîng e û em jî naxwazin li Deryaya Sor alozî çêbibe.

Em bang dikin ku dawî li kiryarên êrişkirina keştiyên sivîl bên û rêz li serweriya welatên ku dikevine ser Deryaya Sor were girtin ku di nav wan de Yemen ji bo bêbandorkirina rewşa aloz a li Deryaya Sor pabend e bi hewldanên erênî ligel hemû aliyan.”

Wezareta Karên Derve ya Çînê di wê baweriyê de ye ku sedema sereke ya gurbûna rewşa li Deryaya Sor gurbûna aloziya Xezeyê ye û “bidawîanîna aloziya Xezeyê dikare bibe alîkar ku rewşa Deryaya Sor asayî bibe.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê ji Rûdawê re ragihand:

“Em bangî hemû aliyên şerê Xezeyê dikin ku biryarên Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî û Civata Giştî bi awayekî bi bandor bi cih bînin û demildest şer rawestînin.

Divê civaka navneteweyî li dijî vê yekê bi gavên koordîne tevbigere.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê li ser êrişa dronî ya li baregeha Amerîkayê ya li Urdunê jî got:

“Em agahdar in ku ji ber êrişa li baregeha leşkerî ya Amerîkayê qurbanî hene. Herwiha em ji wê agahdar in ku Îranê ragihand ti pêwendiya wê bi êrişê re nîne.

Rewşa niha ya Rojhilata Navîn gelekî aloz û hestiyar e. Em hêvî dikin ku hemû aliyên beşdar aram bin, bi xwe de biçin û diyalog û danûstandinê xurt bikin.

Xwe ji çerxa tolhildanê û cezakirinê dûr bigirin. Pêşî li zêdebûna aloziyên herêmî bigirin.”

Pentagonê ragihand ku ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve, grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê li Îraqê ku xwe weke Berxwedana Îslamî ya Îraqê bi nav dikin, nêzîkî 160 carî êrişî hêzên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Îraq û Sûriyeyê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst