Amerîka û Brîtanyayê, mafyayê Kurd Zîndeştî xist lîsteya cezayan

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîka û Brîtanyayê, mafyayê Kurd Zîndeştî bi wê yekê tawanbar kir ku “li ser navê îstixbarata Îranê cînayetên navneteweyî organîze dike” û ew xist lîsteya cezayan.

Ofîsa Kontrolkirina Sermayeyên Biyanî (OFAC) ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê û Brîtanyayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku kesên “li ser fermana Îstixbarat Îranê çalakvanên muxalif kirine armanc” ketine lîsteya cezayan.

Di daxuyaniya OFACê de hat destnîşankirin ku grûp ji aliyê sermafyayê Kurd Nacî Îbrahîm Şerîfî Zîndeştî ve hatiye birêvebirin.

OFACê diyar kir ku grûpa Zîndeştî bi armanca bêdengkirina rexnegirên rejîma Îranê, li welatên curbicur çalakiyên zextê, revandin û kuştinê li dar xistine.

Herwiha hat gotin ku grûp li Amerîkayê jî amedekariya operasyonekê dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Nacî Îbrahîm Şerîfî Zîndeştî ji parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û li Îranê bazirganê herî mezin ê madeyên hişbir e û şebekeya Zîndeştî parçeyeke ji zextên navdewletî yên Îranê ne.

Derbarê Zîndeştî de tawanên giran hene

Tê gotin ku Zîndeştî sala 2020ê li ser navê îstixbarata Îranê, serokê rêxistina Tevgera Têkoşîna Ereban a Ehwazê Habîb Chab ji Tirkiyeyê revandiye.

Zîndeştî sala 2020ê ji Rûdawê re axivî û tawanên revandina Chab red kir.

Zîndeştî di axaftina xwe de got, “Biraziyê min qaçaxçî ye û Habîb Chab jî bi wî re bi awayekî neqanûnî ji Tirkiyeyê derbasî Îranê bûye.”

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şirîkê Zîndeştî, Nîhat Abdulkadîr Asan, biraziyê û şirîkê wî Ekrem Abdulkerîm Oztunç, birayê hevjîna Zîndeştî, Şehram Alî Riza Tamarzade Zaviye Jakki jî di lîsteyê de ne.

“3 hezar fedaiyên min hene”

Zîndeştî li Tirkiye û Îranê jî di girtîgehê de maye û cezayên giran wergirtine.

Zîndeştî û Oztunç, Nîsana 2018an li Tirkiyeyê hatibûn desteserkirin û 11ê Çiriya Pêşîna heman salê bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Zîndeştî ku li Rojhilat û Urmiyeyê xwedî bandoreke mezin e, anî ziman ku li herêmê “3 hezar xortên wî yên ku dikarin ji bo wî canê xwe feda bikin” hene û ji ber vê yekê kes nikare tiştekî bi wî bike.

Li gorî daxuyaniya OFACê Zîndeştî û peyayên wî, kesên ku rexnegiriya Îranê dikin bi girtin, kuştin û şkenceyê ceza dikin.

Lê Zîndeştî tawanên hevkariya Îranê red dike.

“Em nabin kuçikê kesî”

Zîndeştî li ser tawanên OFACê got:

“Gotineke Kurdî ya pêşiyan heye, em yan dê bibin nêçîr an jî nêçîrvan.  

Em ji kesî re nabin kûçikê nêçîrê. Dijminên me van tiştan dikin lê em nakin. Em ti carî nabin kûçikê kesî.

Eger wekî gotina wan ba, 4 caran cezayê girtîgehê yê heta hetayî li min nedihat birîn.”

Zîndeştî wiha berdewam kir:

“Di raporê de tê gotin ku Huseyîn Kerîmî bi hezaran ton tiryak biriye Amerîka û Ewropayê. Tê gotin ku li beramberî vê jî min jê re xanî kiriye.

Heger kesek ewqas dewlemend be, ez çawa dikarim jê re xaniyan bikirim? Em ji kesên xizan re xaniyan dikirin.

Di vê raporê de xewn hatine nivîsandin. Eger Huseyîn Kerîmî mirovekî îstixbarata Îranê bûya, bi salan bê pasaport nedima.

Huseyin nikare ji Îranê derkeve, dê çawa biçe Romanyayê?”

“Ez ne mirovê îstixbaratê me”

Di medyaya civakî de tê îdiakirin ku Zîndeştî ji ber ku bi îstixbarata Îranê re dixebite, bi hêsanî li Rojhilat û Îranê digere.

Zîndeştî têkildarî van îdiayan jî anî ziman:

“Ez van tawanan qebûl nakim. Eger delîl hebin bînin em bibînin.

Ez ne peyayê Îtlaatê (îstixbarata Îranê) me. Ez dikarim bi azadî biçim Amerîkayê jî û li her derê bigerim.”

Zîndeştî diyar kir ku ew li Tirkiyeyê qaçax e û navê wî li cem Înterpolê ye.