Keştiya koçberan a asê mabû giheşt Îtalyayê

30-01-2023
RÛDAW
Li Deryaya Spî 95 koçber hatin rizgarkirin
Li Deryaya Spî 95 koçber hatin rizgarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gemiya Ocean Viking ku hejmareke koçber têde bûn, piştî çar rojan  ku di nav Derya Spî de asê mabû giheşt bakurê Îtalyayê.

Hikûmeta Îtalya siyaseteke dijwar bo kontrol kirina koçberan dişopîne. Rê nayê dayîn keştiyêb bi hewar çûna koçberan li benderên başûrê wî welat rawestin. Lewma neçar dibin 1,500 kîlometran di nav deryayê re biçin, heta digihêjin bendereke silamet.

Keştiya Oşin Ocean Viking ku 95 koçber hilgirtibû, piştî çar rojan di nav Deryaya Spî de gehişte bakurê Îtalyayê.

Seroka Şaredariya Carrara li Îtalyayê Serena Arrighi dibêje: “Me tîma pizîşkî ya warê nexweşiyên jinan, nexweşiya çerm û çareseriya giştî amade kiriye. Piştî tomarkirina nasnameyên wan, xwarineke germ û çavdêriyeke taybet bo zarokan dabîn dikin.”

Hikûmeta nerîtxwaz a Îtalyayê siyaseteke dijwar bo kontrolkirina koçberan cîbicî dike.

Cîgira Rêveberê Rêxistina SOS Mediterranee Carla Melki got: “Spas dikin ku benderên silamet tên berdestkirin, lê divê bo dema çar rojan di nav deryayê re biçin. Di wan çar rojan de jî ti keştiyeke bihewarveçûna koçberan di nav Deryaya Spî de nîne.”

Ligel tedbîrên dijwar ên hikûmeta Îtalyayê, koçber herî zêde çûne wî welatî.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka îsal ve 5 hezar û 922 koçberan rêya Deryaya Spî derbas kirine. Ji wê hejmarê jî, 3 hezar û 689 kes çûne Îtalya, hezar û 55 kes çûne Îspanya û hezar û 132 koçber jî gehiştine Yunanê.

Neteweyên Yekbûyî dibêje di wê rêyê de, heta niha 33 kesan canê xwe ji dest dane.

Nêzîka 36 kestiyên bihewarveçûna koçberan li seranserê Deryaya Spî kar dikin û rojane sedan koçber rizgar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst