Li Almanyayê yekem car Kurdek bû qaymeqam

30-01-2023
RÛDAW
Nîşan Almanya Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Minden Lubecke ya li eyaleta Rhine Westfaliya ya Bakur li bakurê Almanyayê, di hilbijartinên qaymeqamtiyê de Ali Dogan ê ji Sêwaza Bakurê Kurdistanê biser ket.

Li herêma Minden Lubecke ya li eyaleta Ren Vestfalya ya li bakurê Almanyayê, doh roja Yekşemê 29ê Çileya 2023ê gera duyem a hilbijartinên qeymeqamtiyê hatin kirin.

Di hilbijartinan de berbijêrê Partiya Demokrat a Civakî (SPD) Ali Dogan biser ket.

Dogan di gera duyem a hilbijartinê de %55.8ê dengan wergirt. Rikeberê Ali Dogan berbijêrê Partiya Yekitiya Demokrat a Xirîstiyan (CDU) Jorg-Michael Schrader jî %44.2yê dengan wergirt.

Ali Dogan yekem Kurd e ku li Almanyayê wek qaymeqam hatiye hilbijartin û dê 8 salan qaymeqamtiyê bike.

Li gor nûçeya DW, Ali Dogan piştî aşkerekirina encaman axaftinek kir û ragihand: “Em pir kêfxweşin. Her ji destpêkê ve me mijarên giring şopandin û me kar ku em bigihin xelkê.”

Dogan destnîşan kir ku yek ji çalakiyên wî yên sereke ew e ku rewşa neyînî ya li klînîkan çareser bike.

Ali Dogan kî ye?

Ali Dogan wek zarokê malbateke karker ku ji navçeya Tefrikê (Divrigi) ya Sêwaza Bakurê Kurdistanê çûne Almanyayê sala 1982an li bajarê Herfordê yê Almanyayê ji dayik bû. Li Zanîngeha Bielefeldê beşa hiqûqê qedand.

Dogan di navbera salên 2012-2015an de sekreteriya giştî ya Federasyona Yekitiya Elewiyan a Almanyayê kir. Navê hevjîna wî Sevil Dogan e û du zarokên wî hene.

Malbata Ali Dogan ji gundê Karakuzuyê yê Tefrikê wek karker koça Almanyayê kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst