Lîsteya artêşên herî bihêz ên cîhanê di 2023 de diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Şîrketa Global Firepower a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku her sal artêşên herî bihêz ên cîhanê bi rêz destnîşan dike, lîsteya sala 2023’an a artêşên herî bihêz eşkere kir.

Lîsteya artêşên herî bihêz ên cîhanê di sala 2023an de ji aliyê kompaniya Global Firepower ve hat ragihandin.

Rêzkirin bi liberçavgirtina gelek faktorên wek liv û tevgera artêşên welatan û mayîna demdirêj li meydanê hatiye amadekirin.

Li gor wê lêkolînê, artêşên Amerîka, Rûsya û Çînê sê artêşên herî bihêz ên cîhanê ne.

Artêşa Tirkiyê di lîsteyê de du pileyan bi pêş ketiye û îsal di rêza 11mîn artêşa bihêz a cîhanê de ye. Herwiha artêşa Îranê di rêza 17an de û artêşa Îsraîlê jî di rêza 18mîn artêşa bihêz a cîhanê de cih digre.

Artêşa Ukrayanyê jî ku niha ji bo berevaniya li axa wî welatî rûbirûyê êrîşên artêşa Rûsyayê dibe û şerê duyemîn artêşa bihêz a cîhanê dike, li gor wê raportê di rêza 15mîn artêşa bihêz a cîhanê de ye.

Di rêza artêşa herî bi hêz a cîhanê de Kameron di rêza 100, Almanya di rêza 25, Spanya di rêza 21an, Kanada di rêza 27an û Yûnanistan di rêza 30an de cih digirin.

Di lîsteyê de artêşa Îmaratê di rêza 56an de, Iraq di rêza 45an de û Erebistana Siûdî jî di rêza 22an de cih girtiye.

Li gor wê lêkolînê, li Rojhilata Navîn û rojavayê Asyayê, artêşên herî bihêz wiha tên rêzkirin: Pakistan, Tirkiye, Misir, Îran, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Iraq û Îmarat

Li vir 20 artêşên herî bihêz ên cîhanê di sala 2023an de hatine rêzkirin:

1-Amerîka

2-Rûsya

3-Çîn

4-Hindistan

5-Brîtanya

6-Koreya Başûr

7-Pakistan

8-Japon

9-Fransa

10-Îtalya

11-Tirkiye

12-Brezilya

13-Endonezya

14-Misir

15-Ukrayna

16-Awustralya

17-Îran

18-Îsraîl

19-Viyetnam

20-Poland