Îstixbarata Amerîkayê: Metirsiya DAIŞê bi dawî nebûye

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdeyî salekê ye, Amerîkî dema behsa DAIŞê dikin, dibêjin ber bi dawî diçe û zêde nemaye her ji binî ve bê jinavbirin. Lê dezgehên îstîxbaratê yên Amerîkayê, guhê xwe nadin wan axaftinan, lê berevajiya wê qala zêdebûna gefên DAIŞê li ser asta cîhanê dikin.

 

Di rûniştineke taybet a Îstîxbarata Niştimanî ya Amerîkayê de bo gotûbêjkirina pirsên navxweyî û navdewletî, herwiha gefên pêşbînîkirî,  Îstîxbarata Niştimanî ya Amerîkayê derbarê zêdebûna gefên DAIŞê de hişyarî da.

 

Rêveberê Îstîxbarata Niştimanî ya Amerîkayê Dan Coats  got: “Teror wek gefeke berdewam maye û li hinek navçeyan jî di 2019ê de zêde bûye. Aloziyên li Iraq û Sûriyê bûne sedema çêbûna çendîn şerkerên radîkal li deverê, di demekê de ku DAIŞê nêzîkê wê yekê bûye hemû navçeyên xwe li Iraq û Sûriyê ji dest bide, grûpê çekdarên din rakişandine bo şerê kolanan, di demekê de ku li seranserê cîhanê li ser êrîşên xwe berdewam e. DAIŞ dixwaze rabe û heta niha jî rêberiya hezaran çekdar li Iraq û Sûriyê dike.”

 

Endamê Encûmena Pîran a Amerîkayê Richard Burr dibêje: "Dijminên vî welatî rasterast nayên li ber me rawestin û şer bikin ji ber dizanin ku dişkin. Ew li ser dîtina rêyên nû berdewam dibin daku êrîşê bînin ser me. Rêyek ku civaka me ya vekirî wek derfet bikar tîne, derzê bixe nav sîstema Asayîşa Niştimanî ya welatê me ku bo serdema şerê sar hatiye çêkirin, bi wateyeke din, em nikarin wê mekanîzmaya ku pênceh sal berî niha me kar pê kiriye, bi heman mekanîzmayê kar bikin. Ewên ku li pey wê yekê ne zerarê bighînin vê niştimanî, dahêner, xweguncêner û yekalîker in, ew meydaneke din a şerkirinê dibînin û divê em jî di asta wan guhertinan de bin."

 

Hevdem ligel pêşbîniyên Îstîxbarata Niştimanî ya Amerîkayê, Wezareta Berevaniyê-Pentagonê ragihand ku bidawîbûna DAIŞê nêzîk bûye û ber bi jinavçûnê diçe. Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bi Wekalet Patrick Shanahan li Washingtonê ragihand ku DAIŞ ber bi dawîbûnê diçe û dibe kêmî du hefteyên din hemû navçeyên bin destê DAIŞê bên kontrolkirin.

 

Di çend rojên derbasbûyî de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, çekdarên DAIŞê li pêgehê wan ê herî dawî li gundê Baxoz ê nêzîkê sînorê navbera Sûriye û Iraqê dorpêç kirine û tê pêşbînîkirin di demeke kurt de navçe bikeve destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk.