SOÇÎ - Bêyî Kurdan çarenivîsa Sûriyê tê gotûbêj kirin

30-01-2018
Rûdaw
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Soçî Kongre Sûriye Kurd Rojvayê Kurdistanê Rûsya Tirkiye Îran
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Îro li bajarê Soçî yê Rûsyayê Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê tê sazkirin, lê ne opozîsyona sereke û ne jî nûnerên Kurdan beşdarî wê kongreyê dibin.


Şîrovekarên siyasî û pisporên Rojhilata Navîn jî dibêjin, sedema beşdarnebûna Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û nûnerên Rêveberiya Xweser, bi temamî ji ber dijbertiya Tirkiyê bûye, lê her çiqas nûnerên Kurdan beşdarî kongreya Soçiyê nebin jî, danûstandinên ligel wan berdewam in û ew jî mîsoger beşek in ji çareseriya krîza Sûriyê.


Bajarê Soçî, paytexta Başûrê Rûsyayê û navenda geştyarî, ku wek kevneşopî mazûvaniya çalakiyên hunerî û werzişî dike, vê carê jî deriyên xwe ji bo forûmeke  siyasî vedike.

 

Piştî çendîn car paşxistin, Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Sûrî li Soçiyê dicive. Wek hatibû ragihandin,  pêwîst bû li gel nûnerên hikûmet û opozîsyonê, nûnerên Rojavayê Kurdistanê jî tê de beşdar bin.  Lê wek diyar bû, di nav 1600 kesayetên civaka Sûrî de ne opozyona sereke, ne jî  nûnerên Rêveberiya Xweser hene.

 

Derbarê mijarê de beşdarê kongreyê û rojhilatzan Saîd Gafurov ji Rûdawê re got: "Dema opozîsyona Sûrî dibêje ew beşdar nabe, tê wê wateyê ku wek opozîsyon nayê. Lê di encam de hinek endamên wê hatin. Herwiha PYD jî hatibû vexwendin, lê ji ber dijatiya Tirkiyê ew nehat. Mixabin Washington jî naxwaze Kurd beşdar bibin û aştî were Sûriyê. Di heman demê de welatekî din ê endamê NATOyê êrîşê ser Efrînê kir. Kurd di her rewşekê de wê têkevin nav vê proseyê. An ku gotûbêj bi Kurdan re her tim didome."

 

Nebûna aliyên sereke yên Kurdan, ji aliya piraniya çavdêran ve wek kêmasiya sereke ya Kongreya Soçî tê nirxandin.  Lê nerîna Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Soçiyê Vasiliy  Kuznetsov cuda ye û dibêje: "Ez dixwazim misoger bikim, ne ku Kurd beşdar nabin, lê PYD û YPG beşdar nabin. Ji ber Kurdên serbixwe hene û di nav şandeyên din de jî Kurd hene. Kurd wek netewe di Kongreyê de wê bên temsîlkirin. Her çi Komîteya Danûstankar a Opozîsyonê ye, piştî De Mîstura bîryara beşdarîkirinê da, nehatina opozîsyonê, bi nêrîna min, vegeriya li dijî wan bixwe. Bê guman beşdarîya her du aliyan dê encamên Kongreyê hîn xurtir bikira."

 

Roja pêşîn a Kongreya Soçî li pişt deriyên girtî bi gengeşiyên li ser belge û encamnameya hevbeş bi dawî bû. Li gor zanyariyên ku gehiştine destê tîmê Rûdawê, heta derengiya êvara doh hewil hat dayîn ku Komîteya Danustankar a Opozîsyona Sûrî jî beşdarî Konreyê bibe, lê ti encam jê derneket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst