Frankfurt: Firokeyeke arîkariyê ber bi Hewlêrê bi rê ket

Dusseldorf (Rûdaw) - Firokeyeke arîkariyê ya ji 300 paketên arîkariyê yên herî pêwîst ji Frankfurtê ber bi Hewlêrê ve bi rê ket.

Îro firokeyek tijî alîkarî ji bajarê Frankfurtê yê Almanyayê ber bi Hewlêrê ve bi rê ket.

Arîkariya ku ji bo penaberên li Başûrê Kurdistanê re hat şandin, bi piştgirî û arîkariya madî ya gellek şîrket, sazî û dezgehên almanî pêkan bû, di nav wan de komeleya dermansazan “Apotheker helfen e.V“ û saziya arîkariyê ya firovaniyê “Luftfahrt ohne Grenzen“.

Bi taybetî karmendên şîrketa almanî Daimler AG bi berhevkirina pereyan ev arîkarî pêkan kirin.

Bi qasî ku karmendan arîkarî berhev kirin, şîrketa Daimler AG ew arîkarî duqat kir. Wekî din firokexaneya Frankfurtê Fraport AG, Wezareta Derve ya Almanyayê û gellek sîrketên din yên almanî û kesên medenî tevlî arîkariyê bûn.

Di dawiya sala borî de jî saziya arîkariyê ya firovaniyê “Luftfahrt ohne Grenzen“ firokeyeke arîkariyê ji Frankfurtê şandibû Hewlêrê.