Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev derbare balafira AZALê ya ketî got, “Rûsya divê tezmînatê bide dewleta Azerbeycanê û her wiha rêwî û muretebatê birîndar bûne."
Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev beşdarî merasima ji bo du pîlot û peywirdareke kabînê ya balafira Rêhewayên Azerbeycanê (AZAL) ya li nêzîkî bajarê Aktauyê yê Qazaxistanê hat daxistin bû.
Îlham Aliyev piştî merasimê daxuyanî da têlevîzyona dewletê ya Azerbeycanê.
Aliyev her wiha eşkere kir ku balafira rêwiyan a sivîl a Azerbeycanê di qada asîmanî ya Rûsyayê de li nêzîkî bajarê Grozniyê ji derva ve derbe xwar û got:
"Ji ber vê yekê balafir hew bi amûrên radyoelektronîk hat kontrolkirin û poçika wê jî bi çeka ji erdê hat agirkirin xesareke giran hilda."
Aliyev bal kişand ku ji ber balafira rêwiyan a hat daxistin, Rûsya divê tezmînatê bide dewleta Azerbeycanê û her wiha rêwî û muretebatê ku birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse