Hewlêr (Rûdaw) - Li Meydana Timesê ya bajarê New Yorkê amadekariyên pîrozbahiya sersalê ber bi dawî ve diçin.
Di aliyekî de dika konseran tên danîn û di aliyê din de jî xemlên sala nû tên kirin.
Ji ber ku pîrozbahiya herî mezin û taybet li Meydana Timesê tê lidarxistin û ji ber vê ye ku divê her tişt amade bibe ji bo şewa sala nû.
Ev ji 100 salî zêdetir e li Meydan a Timesê sala nû tê pîroz kirin û gelek kes ji bajar û dewletên cûda tên da ku bikaribin sala nû li Meydana Timesê pîroz bikin.
Di aliyê din de jî bêgûman xwestekên her kesî wekî kevneşop ji bo sala nû heye û ji bo vî jî li Meydana Timesê panoyek hatiye danîn da ku mirov xwestekên xwe li ser binîvisin.
Tora Medyayî ya Rudawê ji welatiyan xwestek û planên wan ên sala nû pirsî.
“Ez hez dikim zêdetir pere qezenç bikim bêyî ku zêde xwe biwestînim"
Welatiya ji Brooklynê Nikki Turpinê got, "Xwesteka min a sala nû ev e, ez hez dikim teqez zêdetir pere qezenç bikim bêyî ku zêde xwe biwestînim. Her wiha ez hez dikim berdewamî dilşad bibim.
Li ser pirsa Rûdawê ya "Gelo hûn dê werin Meydan a Timesê?" Nikki Turpinê wiha bersiv da:
"Na, ez dê li malê li ser piştpalka xwe bi rehetî rûnim bi hin xwarinên Çîniyan û şampanyayê re sala nû pîroz bikim."
Welatiyê ji Floridayê Alexa F. xwestekên xwe wiha anî ziman:
"Xwesteka min a sala nû, ez dê tiştên ku paşve diavêjim bidim sekinandin bi taybetî jî li dibistanê û ez dê biçim Floridayê ji bo sala nû bi malbatê re pîroz bikim."
Welatiyê ji Connecticutê Ernesto Barrosa jî got, "Xwesteka min a sala nû, ez hez dikim berdewamî werzîşê bikim."
Welatiyê ji Connecticutê Alex Modicadiyar kir, "Ez jî hez dikim zêdetir werzîş bikim û xwedî bedenek mezintir bibim ji bo sezona beyzbolê ya nû û hez dikim zêdetir bi keçikan re date bikim."
Welatiyê ji Connecticutê Griffin J. ragihand, "Ez hez dikim di sala nû de di leyistika ‘Fortnite’ baştir bibim.
Ez derbarê vê leyistikê gelekî ciddî me. Hobiya min a sereke ye. Ez hez dikim bibim lîstîkvanek baştir û hez dikim bi vê awayî pere qezenç bikim."
"Ez dixwazim li welatekî din bijîm"
Welatî ji New Yorkê Beatrice Lujwanganayê got, "Belê, pirseke gelekî baş e. Di sala nû de ez ê werim Meydan a Timesê ji ber ku ez li vir dixebitim.
Xwesteka min a sal nû jî ev e, ez solan dîzayn dikim ev demeke û hêvî dikim ku dizaynên min wê werin çêkirin û her wiha ez hez dikim bi zaroken xwe re li welatekî din bijîm."
Bêgûman li her derê cîhanê sala nû tê pîroz kirin lê belê li bajarê New York û Meydana Timesê bi awayekî taybet û girseyî tê pîroz kirin.
Li gorî agahiyên fermî, dê ji 1 milyonî zêdetir kes beşdarî pîrozbahiyên sala nû ya 2025an bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse