Keçeke Kurd a ji Kobaniyê li nav daristanên Bulgaristanê qerisî

29-12-2023
RÛDAW
Nîşan Kobanî Keça Kurd Yasemîn Şukrî Bulgaristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke Kurd a ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku li daristanên Bulgaristanê rêya xwe winda kiribû, mirî hat dîtin.

Berî heft rojan pêwendiya Keça Kurd a bi navê Yasemîn Şukrî bi malbata wê re qut bûbû.

Li gorî zanyariyan keça Kurd, li nav daristanên Bulgaristanê rêya xwe winda dike û nikaribûye di heman rêyê de jî vegere.

Yasemîn Şûkrî li nav daristanê ji ber sir û seqemê di nav berfê de canê xwe ji dest daye.

Cenazeyê keça Kurd li nav daristanê di nav berfê de hate dîtin.

Hat ragihandin ku Yasemîn Şukrî ji bajarê Kobaniyê çûye Tirkiyeyê û ji wir jî derbasî Bulgaristanê bûye da ku xwe bigihîne welatên din ên Ewropayê

Herwiha Kanûna Pêşîna 2023yan, heta niha 3ê welatiyên Sûriyeyî ku berê xwe dabû Ewropayê li nav daristanên Bulgaristanê mirî hatine dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst