DiaKurd: Em dê dostaniya Fransa û Kurdistanê biparêzin

29-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd ragihand ku ew hemû tundî û tîjî li hember dewleta Fransa û dezgehên wê yên fermi rast nabînin ew dê dostaniya Fransa û Kurdistanê biparêzin.

Piştî êrîşa li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê ku 3 Kurdan tê de jiyana xwe ji dest dan, xwepêşandanên tund ên li kolanan bûn sedema nerazîbûna û  Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd derbarê vê yekê de bi daxuyaniyekê helwesta xwe nîşan da.

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd, Fransayê wek dewleteke dost a Kurdan pênase dike û dibêje: “Fransa di rojên herî zehmet ên kurda de, wek dewlet di asta navneteweyî de bi hemû hêz û qeweta xwe li ba gelê Kurdistanê cih girt, alîkariyên xwe yên giranbiha pêşkeşî Kurdistanê kir.”

Di daxuyaniya xwe de Diakurd de diyar dike ku Fransayê bi hemû saziyên xwe êrişa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya şermezar kir û herdu wezaretên wî welatî ya navxwe û dadê soz dane ku dê heta dawiyê lêkolîn û xebatên xwe li ser êrişî bidomînin.

Daxuyaniya Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd wiha ye:

“Dewleta Fransa bi hemû dezgeh û saziyên xwe yên fermî terora li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya bi tundî şermezar kir, serxweşiya xwe pêşkeşî civata Kurd ya Fransa kir. Rojên piştî êrîşê Fransa di asta herî bilind de, Serokkomar Emmanuel Macron û şaredarê navçeya 10an ya Parîsê Alexandra Cordebard hest û xemgîniya xwe anîn ziman. Wezareta hundir û ya dadê soz dan ku heta dawiyê dê hewl bidin lêkolînan li ser sedem û motîvên êrîşa terorê bikin û bo raya giştî rabigehînin. Di gelek dezgehên fermî de ala Kurdistanê di tenîşta ala Fransayê hat bilind kirin, terora dijî Kurdan li Fransayê wek roja xemgîniyê hat ragihandin.

Fransa di rojên herî zehmet ên Kurdan de, wek dewlet di asta navneteweyî de bi hemû hêz û qeweta xwe li ba gelê Kurdistanê cih girt, alîkariyên xwe yên giranbiha pêşkeşî Kurdistanê kir. Alîkariya siyasî û mirovî ya Fransa piştî komkujiya Helebce, Enfal, Raperîna 1991 an, ji biryara NY ya 688an heta şoreşa Rojavayê Kurdistanê tu carî nayê jibîrkirin. Hezaran mirovên kurd bi saya van alîkariyan ji bin zext û zordestiya dewletên dagîrker xilas bûn.

Fransa di parastina statuya Başûrê Kurdistanê de, bi taybetî di dorpêça piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê de di qada navnetewî de giraniya xwe wek dewlet ji bo berjewendiya statuya Başûrê Kurdistanê danî. Heta roja îro jî dev ji vê helwesta xwe bernedaye.

Fransa herwiha di şoreşa Rojava de jî roleke gelek girîng lîst, li hember cîhadîstên DAIŞê bi kurda re tifaq pêk anî. Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya Fransa û dewletên din yên hevpeymanan DAIŞê têk birin.

Dewleta dagîrker a Tirkiye bi çendîn caran zext li ser dewleta Fransa danî ku tifaqa navbera Kurdan û Fransa xira bike, lê bi ser neket.

Fransa wek dewlet dostê me yê stratejîk e. Em alîkariya wan a ji bo gelê Kurdistanê tu car ji bîr nakin. Em girîngiyeke mezin didin ev hevaltî her berdewam be, bihêztir be, bibe mînakek ji bo komelgeha navneteweyî.  Hemû Kurdên ku li Fransayê dijîn divê rêz li yasa û rêbaza Fransayê bigrin. Wek Diakurd em hemû tundî û tîjî li hember dewleta Fransa û dezgehên wê yên fermi nerast dibînin.

Kurdên diaspora divê li ser vê pirsê bi helwest be û rê nede kesên xêrnexwaz hevaltiya kurda û dewleta Fransa xira bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst