Li Fransayê nijadperestekî Tirk ji ber muzîka Kurdî êrişî kuaforekî Kurd kir

29-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Roubaixê yê li bakurê Fransayê, nijadeperestekî Tirkî  dema weke mişterî diçe salona kuaforekî Kurd, ji ber guhdarkirina muzîka Kurdî, wî bi meqesê wî birîndar dike. Derbarê êrîşkar de bi sedema "hewldana kuştinê" lêpirsîn hat vekirin.

Bûyer roja Yekşemê 25ê Kanûna 2022yan di saet 15:00an de li bajarê Roubaixê li salona kuaforekî ji Hewlêrê qewimî.

Mişteriyê Tirk ê 47 salî ku diçe salona kuaforê Kurd ê bi navê Zikrî Elî Avşîn (27) û dema dibîne muzîka Kurdî di radyoyê de tê lêxistin, muzîkê qut dike û bi kuaforê re dikeve nîqaşê.

Zikrî Elî Avşîn dibêje ku mafî wî ye, li dikana xwe, bi zimanê xwe yê dayikê muzîkê guhdarî bike, lê ji aliyê mişteriyê xwe yê Tirk ve bi meqesê ji sînga xwe ve tê birîndarkirin.

Li gorî nûçeya AFPê, di encama êrişê de welatiyekî Tirk ku tê gotin dosyeya wî ya polîs heye, bi meqesê kuaforê Kurd birîndar dike.

Serdozgera Lîlleyê Carole Etienne destnîşan kir ku kuaforê Kurd ê ku ji sînga xwe birîndar bibû, piştî mudaxeleya li nexweşxaneyê ji xetereyê derketiye û bi gotina dozgera Fransî êrişkar ku ew jî bi sivikî birîndar bûye, hatiye desteserkirin.

Carole Etienne diyar kir ku ji ber sûcê "hewldana kuştina bi qestî ya bi hincetên nîjadperestî” derbarê êrişkar de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Piştî êrîşê, 27ê Kanûna 2022yan  li ser banga rêxistinên Kurdî,  li bajarê Lîlle xwepêşandanek hate sazkirin. Kesên beşdarî xwepêşandanê bibûn gotin, “Kurd li Fransayê nayên parastin.”

Hat zanîn ku Zikrî Elî Avşîn bi eslê xwe ji navçeya Soran a Hewlêrê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst