Polîsê Japonê ji bo civaka Kurd rojnameya bi Tirkî çap dike

29-12-2020
RÛDAW
Nîşan Japon Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li  bajarê Kawaguchî ku dikve bakurê paytexta Japon Tokyoyê qereqoleke polîsan Ji bo entegrekirina Kurdan de bibin alîkar, rojnameyên bi Tirkî bê beramber çap dike.

Ji salên 1990an vir de hejmara kurdên li bajarê Kawaguhci ya bi ser wîlayeta Saitama ya Japonê ve her ku diçe zêde dibe.

Li gorî nûçeya Ajansa Kyodo ya Japonî, kurdên ku li wî bajarî dijîn piraniya wan ji ber zextên hikûmeta Tirkiyê koçî Japonê kirine.

Li bajarê Kawaguchiyê ku bajareke pîşesaziyê ye gelek biyanî li wê derê dijîn û hejmara kurdên bajêr jî nêzikî 1500 kesan e.

Ji ber vê yekê binkeya polîsan a bajêr, hejmara Kurdên ku li wê derê dijîn dan ber çav "ji bo ku bikaribe civaka Kurd bêtir entegre bike" biryar da ku rojnameyeke bê beramber derxîne.”

Polîsê payebilind ê binkeya polîsê Kawaguchiyê, Hideaki Konno li ser vê yekê dibêje, “Em bawer dikin ku li welatekî biyanî weşanek bi zimanê ku ew dizanin bibînin ji bo wan dilniyayî ye.”

Binkeya polîsan li ser pêşniyara polîsekê ya ji bo biyaniyan weşanên pirzimanî, di 2017an de bi Îngilîzî û Çînî dest bi weşana rojnameyeke mehane ya bê beramber kiribû. Konno diya kir ku di 2018an de jî dest bi weşana rojnameya bi Tirkî kirine.

Rojnameya ku ji aliyê polîsên xwecih ve tê derxisitin û li cihên mîna avahiya şaredariyê û li xwaringeh û navendên gelemperî yên ku niştecîhên biyanî diçin belav dikin.

Tevfîk Taş ê ku rûnişvanê Kawaguchiyê ye û restorana wî y bi navê “Mutlu Kebap” jî yek ji wan cihan e.

Tevfîk Taş ji medyaya Japonî re got, ji ber ku hinek Kurd nizanin Japonî bixwînin, ji rojnameyên ku bi zimanên din têne weşandin sûdê werdigirin.

Taş herwiha got, “Em xwe wek perçeyek civakê dihesibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst