Çavuşoglu û Lavrov îro li Soçî dicivin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro li bajarê Soçî li Rûsyayê dicivin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê îro di daxuyaniyekê de ragihand, roja Sêşemê 29ê Kanûna 2020an, Mevlut Çavuşoglu Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Rûsyayê dike û beşdarî di heştemîn civîna koma plana stratejîk a hevbeş a Federasyona Rûsya-Komara Tirkiyê de dike.

Mevlut Çavuşoglu û hevtayê wî yê Rûs Sergey Lavrov serokatiya vê civînê dikin.

Tê çaverêkirin, di civîna navbera Çavuşoglu û Lavrov de, herdu alî derbarê peywendiyên du alî yên navbera Tirkiye-Rûsyayê û pêşhatên herî dawî yên navçeyî û navdewletî gotûbêjan bikin.

Di dawiya civînê de jî dê plana rawêjkariyê bo sala 2021-2022 di navbera herdu aliyan de tê îmzemkirin.