Lêgerîn li balafira Malezya berdewam dike

29-12-2014
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan- Lêgerîn û lêkolîna li ser windabûna balafira Malezya ya ser bi hêla Air Asya piştî çend seatan ji lêgerînê bidawî hat û biryar e îro dubare dest bi wê yekê bê kirin. 

Duhî balafireke Malezya bi her 161 rêwiyên xwe ve wenda bû û bi yekcarî têkelî bi wê balafirê ve qut bû.

Desthilatdarên Endenosyayê ragihandin ku balafira Malezya di navbera navçeya Tangong û Cave li rojavayê Endonezya wenda bûye û zû dest bi lêgerîn û lêkolînê kirin.

Hat ragihandin ku, lêgerîn û lêkolîna li ser windabûna balafira Malezya ji aliyê dezgeha balafirvaniyê ya Endonezya piştî çend seatan ji lêgerînê bidawî hat û biryar e îro dubare dest bi wê lêgerînê bê kirin.

Wezîrê Veguhestinê yê Endonezya Hadî Mistefa ragihand ku ji ber tariyê û rewşa hewayê ya xirab wan dawî bi lêgerînê anîn û wê îro careke din dest pê bikin. 

Şîrketa Air Asya ya xwedanê wê balafirê, diyar kiriye ku balafira wan ji curê A 320-200 û hewlên dîtina balafirê berdewam dikin, lê heta niha sedema windabûna wê nediyar e.


Li gor zaniyariyên ku belav bûne, di nava balafira malîzî de 155 rêwî hene, 16 ji wan zarok in, jibilî her şeş pîlot û karmendên balafirê. Herwiha di nava rêwiyan de 6 kes biyanî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst