Medyaya Rûsyayê: Amerîkayê çekên li dijî firokeyan derbasî Sûriyeyê kirin

29-11-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Rûsya Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya Rûsyayê ragihand ku Amerîka şerê li Xezeyê wekî derfet bikar tîne û baregehên xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bihêztir dike.

Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî  Vassily Nebenzia di civîna Encumena Asayîşa Navdewletî de Amerîka tometbar kir ku li Sûriyeyê aramiyê têk dide.

Vassily Nebenzia got ku Amerîka êdî şerê DAIŞ û El Qaîdeyê nake û hebûna wê li Sûriyeyê nerewa ye.

Nebenzia herwiha îdia Amerîka dixwaze li Sûriyeyê aramiyê têk bide.

Ji aliyê din ve medya fermî ya Rûsyayê jî ragihand ku di van rojê dawî de Amerîka baregehên xwe li Sûriyeyê bihêztir kirine.

Li gorî medyaya Rûsyayê Amerîkayê ji sînorê Iraqê re çekên li dijî firokeyan derbasî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst