Dabînkirina debara jiyanê li nav zibil û gilêş

29-11-2021
RÛDAW
Ji bo debara jiyana xwe bi dehan kes hevawayê sîqalkan dest bi gera li nav zibil û gilêşê dikin
Ji bo debara jiyana xwe bi dehan kes hevawayê sîqalkan dest bi gera li nav zibil û gilêşê dikin
Nîşan Honduras Marlon Escoto Debara Jiyanê Amerîkaya Latîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyeke taybet bi komkirina zibil û gilêşê li Hondurasa Amerîkaya Latîn, li gel hilatina rojê, bi dehan kes hevawayê sîqalkan dest bi gera li nav zibil û gilêşê dikin.

Sîqalk li pey xwarinê digerin û mirov jî li pey perçeyên plastîk, hesin û bafunê digerin, ji bo wan bibin kargeha Risayclingê daku li beramber hinek pere bidest bixin.

Marlon Escotoyê temen 59 salî, ji dema ku temenê wî 14 sal bû, dest bi komkirina plastik û perçeyên hesin li ser girên zibil û gilêşê kiriye, ti nêteke wî jî nîne dest ji vî karî berde.

Marlon Escoto, karker, dibêje, “Dema temenê min 14 sal bû, ez hatime vir û min dest bi kar kiriye, daku debara jiyana malbata xwe bikim. Ji vir min piştîvaniya zarokên xwe kiriye. Min her tişt bi zehmetî bi dest xistiye, ji ber di komkirina zibil û gilêşê de ti kes alîkariya min nake.”

Honduras ji ber bazirganiya maddeyên hişbir, grûpên mafya, gendelî, nearamiya siyasî û karesatên xwezayî, rûbirûyê hejariyeke zêde bûye, bi awayekî zêdeyî nîvê akinciyên vî welatî ku 10 milyon in, wate %59ê wan rûbirûyê hejariyê bûne. Tenê li vî cihî nêzîka 100 kes hene ku ji ber desttengî û bo peydakirina nanê ser sifreyên malên xwe neçar bûne li vir kar bikin.

Magdalena Cerritos, karker, dibêje, “Çar zarokên min hene ku li vir kar dikin. Ti karek nîne bikin, li pey kar geriyan û nedîtin, em neçar bûn li vir kar bikin. Her tiştek wek butil, qotî, perçeyên hesin, kaxez, her tiştekî dibînin em kom dikin."

Li gor lêkolîna zanîngeheke serbixwe ya vî welatî, Corona sedemeke din bû bo bilindbûna rêjeya bêkariyê, bi awayekî di sala 2019an de rêjeya bêkariyê %5.7 bû, lê di sala 2020ê de heta %10.9 bilind bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst