Rûsya li Astanayê: Mafê Kurdan heye beşdarî nivîsandina destûrê bibin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê şanda Rûsyayê li gotûbêjên Astanayê Aleksander Lavrentiev debarê qeyrana Sûriyê de diyar kir ku Kurd %10ê niştecihên Sûriyê pêk tînin û mafê wan heye ku nûnerê wan di lijneya nivîsandina destûrê de hebe, lê Tirkiye ne razî ye.

 

Aleksander Lavrentiev derbarê beşdariya Kurdan di danûstanên qeyrana Sûriyê û nivîsandina destûrê de ragihand: “Bêguman em dixwazin hemû alî beşdarî  vê pêvayojê bibin û nûnerê wan di lijneya destûrê û pêvajoya siyasî ya wî welatî de hebe. Bêguman Kurd ku %9 – 10ê niştecihên Sûriyê pêk tînin, mafê wan heye ku di danûstandinan de nûnerê wan hebe.”

 

Lavrentiev destnîşan kir: “Weke hûn agahdar in, Kurdên beşa bakurê rojhilatê Sûriyê – deverên ku Amerîka têde hukm dike – ti beşdariya wan tine ye di lijneya destûrî de. Em nikarin bibêjin ku Kurd di vê pêvajoyê de beşdar nînin, lê beşa bakurê rojhilat beşdar nîne, ev jî ji ber çend sedeman e, ku yek ji wan nîgeraniya Tirkiyê ye. Em di beşdarîkirina Kurdan bo vê pêvajoyê berdewam dibin.”

 

Bû dur roj gotûbêjên aliyên Sûriyê tevî hikûmet û opozisyonê li Astanaya paytexta Qazaxistanê berdewam in. Rûsya, Tirkiye û Îran destpêşxer û garantorên gotûbêjan in û şandên her sê welatan di danûstandinande beşdar in.